Malbata du birayên hev Yildirim: Tu hêviya me nemaye 2018-10-25 10:32:42   ŞIRNEX - Danişîna doza du birayên hev Muhammed (7) û Furkan Yildirim (6) ên li navçeya Sîlopî panzer ket mala wan û ecizqandin îro tê dîtin. Di rapora keşfê ya derbarê bûyerê hat amadekirin de, panzera weke "Qisûrê eslî", bersûc Yegît û fermandarê ew peywirdar kir Murat Maden jî weke "Qisûrê talî" hatin dîtin. Malbata Yildirim, diyar kir ku ji bo darazeke adîlane tu hêviyan wan nemaye.   Danişîna 5’emîn doza derbarê ajokarê panzerê Omer Yegît û fermandarê ew peywirdar kir Mûrat Madem ê di 3’yê Gulana 2017’an de li navçeya Silopiyaya Şirnexê bi panzerê ket xaniyê malbata Yildirim, du birayên hev Muhammed (7) û Furkan Yildirim (6) ên di xew de pelçiqandin û kuştin, hat vekirin dê îro li Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a  Cizîrê bê dîtin. Di dozê de ji bo her du polîsan bi sûcdariya “Bi zanebûn ji kesekê zêdetir mirov kuştin” ji 2 salan heya 15 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.    Di çarçoveya doza de, roja 19'ê Îlonê li cihê bûyerê keşîf hat kirin û rapora keşfê ya lêpirsîna panzerê ya li cihê bûyerê hat amedekirin, pêşkêşî dadgehê hat kirin.  Rapora ku berê sê caran hat taloqkirin, ji aliyê kesên pispor ve hat amadekirin.   Di rapora ji dadgehê re hat şandin de, wiha hat gotin: “Frena destan a panzerê ne hat dîtin. Bersûc Omer Yegît ‘tiştekê ku bike tune bû,’ panzera ku fren û dîreksiyona wê dixebitin weke ‘Qisûrê eslî’ û bersûc Yegît û fermandarê ew peywirdar kir Murat Maden jî weke ‘Qisûrê talî’ hatine dîtin.”   Li bendêye şandeya dadgehê di çarçoveya raporê de mutale bide.    TU HÊVIYA MALBATÊ NE MAYE    Malbata Yildirim, diyar kir ku qet êşa wan kêm nebûye û wiha got: “Polîsê bersûc ê girtî, di danişîna destpêkê de hat berdan. Derbarê polîs de tu lêpirsîn nehat vekirin. Ji ber ku di raporê de panzer bi qisûr hatiye didin, baweriya me bi darizandinek adîlane ne maye.”   Bavê zarokan Mesût Yildirim ê berî danişînê ji ajansa me re axivî, ev tişt gotin: “Tu baweriya min bi edaletê nemaye.”   'EM NAXWAZIN HÊVIYÊN ME BIŞIKIN'   Bav Yildirim, anî ziman ku weke malbatî ji vê saetê û şûn de tu baweriya wan nemaye û wiha bilêv kir: “Ji ber ku em naxwazin hîn zêdetir hêviyên me bişikin. Ji dadgehê ku mirov encama jê derbikeve bizanibe û ligel vê yekê jî jê hêvî bike bê wateye. Her çiqasê em zanibîni êşa wê girane jî, em dixwazin bi vê êşa xwe re bi tenê bimînin. Di bûyerê de panzer bi ‘qisûr’ hatiye dîtin. Ji bo ku biryarek erênî di dozê dernekeve holê, dem dirêj kirin û li bendê man ku kesek wan xelas bike.”   Yildirim, dest nîşan kir ku heya roja îro biryarek adîlane derneket holê û wiha bilêv kir: “Herî dawî emê serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin. Wisan xuya dike ku êdî ew jî biryarên adîlane nade.”   Dayik Nesrîme Yildirim jî, diyar kir ku zarokên wê yên qet ji aqilê wê dernakevin, her ku behsa wan tê kirin, rondik ji çavên wê tên xarê û tenê dixwaze berpirs bên cezakirin.    MA / Gokhan Altay