Danişîna rojnamevan Ataman sibê ye 2018-10-25 09:28:05 ŞIRNEX - Rojnamevan Ziya Ataman, ku ragihandibû li girtîgehê gurçikên wî îflas kirine û bi dermanan li ser piya disekine, dê sibê careke din li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Şirnexê derkeve pêşberî dadwer.  Danişîna 4'an a nûçegihanê DÎHA ya bi KHK'ê hat girtin Ziya Ataman, ku ji 11'ê Nîsana 2016'an ve girtiye sibê li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Şirnexê ye. Tevî Ataman 9 jê girtî 19 kes bi heman dosyeyê tên darizandin.    Ataman û kesên di heman dosyeyê de bi îdiayaên "Xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê", "Kuştina bi qesdî ya pewyirdarê cemaweriyê", "Hewldana ji bo kuştinê ya peywirdarê cemaweriyê", "Zirardayîna bi qesdî ya sazî û dezgehên cemaweriyê", "Bi madeyên sotemeniyê zirardayîna mal", "Muxalefeta li hemberî Qanûna Jimare 6136'an" û "Di çerçoveya fealiyetên rêxistinekê de bêyî destûr bikaranîna madeyên talûke" tên tawanbarkirin.    ÎDIA HATIN REDKIRIN    Di danişînên berê de bersûcan îdiayên der barê wan de red kiribûn. Her wiha ji bo dirûşmeyên di dadgehê doza ewraqên kêm kiribû, nehat hînbûn dê ev ewraq bên berpêşkirin an na. Atamanê ku li Girtîgeha Tîpa M a Wanê ye û berê ragihandibû di girtîgehê de gurçikên wî îflas kirine û bi dermanan li ser piya ye, tê payîn dê bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişînê bibe.    Di danişîna berê de Ataman gotibû: "Dema em li naveroka dosyeyê dinerin, ji bo tiştên em pê tên tawanbarkirin tu tiştekî berbiçav tune ye û aşkere ye ku bi awayekî komplowarî hatiye amadekirin. Îdianameyek dûr aqilan hatiye amadekirin. Ez rojnamevan im û tenê çeka min pênûs e, wekî din tu çekên min tune ne."    MA / Gokhan Altay