Êdî li Antalyayê jî ÎHD heye 2018-10-25 09:26:34 ANTALYA – Komeleya Mafên Mirovan li Antalyayê nûnertiyek vekir. Yek ji nûnerên komeleyê Parêzer Denîz Yildirim, anî ziman ku ew li benda alîkariya hemû derdorê ne.  Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li Antalyayê nûnertî vekir. Di bin banê nûnertiyê de komîsyona jinan, girtîgeh, hiqûq, derdor, karkeran, koçber û penaberan hat avakirin û dê nûnertî di demeke şûnde bibe şax. Nûnerê Nûnertiya ÎHD'ê ya Antalyayê parêzer Denîz Yildirim behsa avakirina nûnertiyê kir û got, ew ji meha Nîsanê ve xebatên nûnertiyê dimeşînin.    PÊDIVÎ PÊ HEBÛ    Yildirim, diyar kir ku ji ber binpêkirinên mafan zêde dibin pêdivî bi ÎHD'ê heye û nemaze jî piştî Rewşa Awarte zêde pêdivî pê çêbû. Yildirim, anî ziman ku eleqe ji bo saziyê heye û ji bo endamtiyê gelek kes serî li wan didin û got: "Xwezî pêdivî bi komeleyeke wisa çênebûna. Lê mixabin li welat her diçe pêdiviya pê zêde dibe. Ji bo em bibin bersiva van pêdiviyan me dest bi xebatan kir."    BINPÊKIRINÊN MAFAN ZÊDE NE    Yildirim bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li bajêr û got: "Li Antalyayê bi destê darazê binpêkirinê mafan zêde ne. Gelek operasyonên ku azadiya ramanê bin pê dikin tên kirin. Li Antalyayê her hefte mirov ji ber parvekirinên xwe yên Facebook û daxuyaniyên çapemeniyê tên binçavkirin û girtin. Polîs mudaxileyî çalakiyên azadiya ramanê dikin. Tenê ne derdorên polîtîk, mudaxileyî hemû derdoran tê kirin. Wisa bawer dikim em ê di vî warî de ji bo mirovan bibin alîkar."    Yildirim, destnîşan kir ku êdî parêzer bi xwe jî nikarin karê xwe bikin û ji bo avakirina nûnertiyê hevpîşeyên wan alîkariya wan kiriye. Yildirim, got ew li benda alîkariyê ne.   MA/ Hamdullah Kesen