Jimariya li ser piyan li girtiyê nexweş ferz dikin 2018-10-25 09:24:46 MANÎSA - Li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê Ozgur Bektaşoglû ku ji sedî 52 berasteng e, nameyek ji Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê re şand. Bektaşoglû, diyar kir ku îdareya girtîgehê jimariya li ser piyan lê ferz dike û hatiye îşkencekirin.  Li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê, girtiyê nexweş Ozgur Bekştaşoglû (43) ku ji sedî 52 berasteng e (felcî ye), nameyek ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê re şand. Bektaşoglû, diyar kir ku 8 meh in di girtîgehê de ye û gelek caran wî hevdîtin bi îdareya girtîgehê re çêkiriye, lê dîsa jî tu encam negirtine.    'ÎŞKENCE DIDOME'    Bektaşoglû, diyar kir ku piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmeha 2016'an bi KHK'ê ji peywirê hatiye dûrxistin û bi tawanbariya "propagandaya rêxistinê" 4 sal û 6 meh ceza lê hatiye birîn. Bektaşoglû, anî ziman ku di 14'ê Sibatê de li navçeya Kûşadasi ya Aydinê hatiye binçavkirin û wî xistine Girtîgeha Tîpa T a Sokeyê. Bektaşoglû got: "Nêzî 7 mehan li vê girtîgehê mam, paşê bêyî der barê min de lêpirsîneke dîsîplînê hebe min birin Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê. Roja min anîn vê girtîgehê lêgerîna tazî li min ferz kirin û gef li min xwarin. Tê îdiakirin ku sibeha 11'ê Cotmehê ji bo jimariyê li hemberî personnelên girtîgejê min li ber xwe daye. Ji yek saliya min ve nexweşîna Polîo Sekeliyê li min peyda bûye û loma nikarim li ser piyan bi awayekî sabît bisekinim. Ji sedî 52 berasteng im. Lê çend roj berê gardiyanan û mudûrê duyemîn ê girtîgehê bi zorê ez rakirim ser piyan û tekmîl li min ferzkirin.    Di jimariya 13'ê Cotmehê de destê min tewandin û li erdê xistin. Li gorî Qanûna Jimare 5275'an berpirsiyariya mehkûm ew e ku ji bo jimariyê amade be. Yanî mecbûriyeta li ser piyan û tekmîlê tune ye. Ez jî li ber hucreyê sekinîm, da gardiyan ji bo jimariyê bibînin. Ji ber ku tehde li min kirin min jî li ber xwe da. Mudûrê duyem ê girtîgehê ji min re got 'bihejmêre', min jî got jimarî karê te ye. Yanî min negot ez najimêrim. Îdareya girtîgehê ji bo jimariyê bi zorê radike ser piyan û bi erdê ve dikişîne. Ji ber vê min û hevalê min Ozgur Çelîk xistin hucreyê. Îdareya girtîgehê hucreyê wekî qawîşê nîşan dide. Lê ev de rhucre ye û tevî 2 hikumxwarên ku mehek berê ew anîn em 4 kes bi muameleyên nebaş re rû bi rû dimînin. Min serî li Serdozgeriya Komarê da, lê belê îşkence û muemeleya nebaş bi awayekî sîstematîk dewam dike. Her wiha der barê min de lêpirsîn jî hat destpêkirin."    Têkildarî mijarê em li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê geriyan, lê belê hat gotin ji rayedaran kes tune ye û ew nikarin tu agahiyê bidin.