Rojnamevana di her operasyonê de polîs davêjin ser mala wê 2018-10-25 09:23:41 AMED - Rojnamevan Esra Solîn Dal ku di operasyona li Amedê ya li hember rojnamevan û siyasetmedaran de hat binçavkirin, diyar kir ku her ku li bajêr operasyon çêdibin polîsa davêjin ser mala wê û ev yek êdî veguheriyeke rewşeke rûtîn. Dal, destnîşan kir ku ev rewş asta azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê nîşan dide.  Di 9'ê Cotmehê de bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Amedê, polîsan avêt ser mala gelek rojnamevan û siyasetmedaran û ew binçav kirin. Ji rojnamevanên hatin binçavkirin yek jê jî Esra Solîn Dal e. Dal, ewilî di 28'ê 2016'an de dema belavkara rojnameya Azadiya Welat ku bi KHK'ê hat girtin, tevî 27 belavkarên rojnameyê hat binçavkirin û piştî îfadeya li emniyetê hat berdan. Di 11'ê Nîsana 2017'an de jî polîsan piştî êrîşa bombeyî ya li Emniyeta Amedê avêt ser gelek malan û di avêtina ser malan de dîsa Dalê binçav kirin. Piştî îfadeya li emniyetê Dal hat berdan. Di 21'ê Adara 2018'an de roja Newrozê polîsan bi hinceta der barê wê de îxbar heye careke din Dalê binçavkirin û di dema binçavkirinê de kameraya wê desteserkirin û piştî îfadeya li emniyetê hat berdan. Herî dawî jî di 9'ê Cotmehê di operasyona li hemberî rojnamevan û siyasetmedaran de careke din Dal hat binçavkirin.    ‘DI HER OPERASYONÊ DE DAVÊJIN SER MALA MIN'    Dal, anî ziman ku ewilî wexta belavkara rojnameya Azadiya Welat bû hat binçavkirin û paşê her ku operasyonê li bajêr çêdibin polîs davêjin ser mala wê jî û got: "Ez rojnamevan im. Lê di hemû operasyonên li Amedê de polîs davêjin ser mala min. Ez kî me, çi me û çi dikm aşkere ye. Ne hewce ye ez tim vê yekê bilêv bikim. Dibêjin 'em talîmatê bi cih tînin.'"    HINCETA AVÊTINA SER MALÊ CUDA YE, TAWANBARKIRIN CUDA YE    Dal, destnîşan kir ku piştî êrîşa bombeyî ya li hemberî Emniyeta Amedê bi hinceta gumanbariyê avêtine ser mala wê, lê belê li dozgeriyê ji ber parvekirinên civaka medyayî hatiye atwanbarkirin. Dal, diyar kir ku sibeha 21'ê Adarê Roja Newrozê dîsa polîsan avêtiye ser mala wê û hinceta "der barê wê de îxbar heye" hatiye binçavkirin, lê belê li emniyetê rûpeleke Facebookê ya ne aîdî wê jê hatiye pirsîn.    Dal, diyar kir ku li Amedê çi operasyonên çêbibin davêjin ser mala wê û ev yek jî asta azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê nîşan dide. Dal got: "Di dest wan de hinceteke berbiçav tune ye û davêjin ser malê. Sal û nîvek e ez bi van titşan re rû bi rû dimînim." Dal, anî ziman ku di binçavkirina dawî de li emniyetê pirsên der barê hevdîtinên wê yên bi çavkaniyên nûçeyan re jê hatine pirsîn û got: "Ez rojnamevan im. Rojnamevanek çawa diaxive, ez jîw isa. Wekî din tu diyalogên min çênabin. Ger rojnamevanî sûc be, nexwe bila lig orî qanûnê vê yekê ji me re bêjin, da em jî li gor wê tev bigerin."    ‘ROJNAMEVAN TALÎMATÊ JI KESÎ NASTÎNE'    Dal, diyar kir ku di dema îfadedayînê de jê re hatiye gotin ku wê talîmat ji hin kesan stendiye û got: "Rojnamevanek talîmatê ji kesî nastîe. Kesî tu carî talîmat nedane min û ev ne mimkun e jî. Ji bilî rojeva ku ajansa me diyar dike, talîmatan ji kesî nastînim. Jixwe talîmatstendin derî ehlqa rojanmevaniyê ye."    MA / Ozgur Paksoy