'Ji 2005'an heta niha 460 kedkarên tenduristiyê întihar kirin' 2018-10-25 09:22:57 MÊRSÎN - Serokê Odeya Bijîşkan a Mêrsînê Dr. Mehmet Antmen, diyar kir ku bi "Bernameya Veguherîna Tenduristiyê" qada tenduristiyê veguheriye piyaseyê. Antmen, destnîşan kir ku ji sala 2005'an heta niha 12 bijîşk hatine kuştin û 460 kedkarên tenduristiyê întîhar kirine Antmen  xwest "Di tenduristiyê de qanûna şidetê" bê çêkirin.  Bi "Bernameya Veguherîna Tenduristiyê" şideta li qada tenduristiyê didome. Ji sala 2005'an heta niha 12 bijîşk hatine kuştin û bi hezaran kedkarên tenduristiyê jî hatine birîndarkirin. Her wiha 460 kedkarên tenduristiyê jî întihar kirin. Serokê Odeya Bijîşkan a Mêrsînê Dr. Mehmet Antmen, diyar kir ku bi "Bernameya Veguherîna Tenduristiyê" qada tenduristiyê veguheriye piyaseyê û xwest "Di tenduristiyê de qanûna şidetê" bê çêkirin.    Antmen, bilêv kir ku bernameya heyî merhale bi merhale hatiye sepandin û gel bi ser xebatkarên tenduristiyê ve tên şandin. Antmen, destnîşan kir ku bi destê dewletê bi vî awayî xebatkarên tenduristiyê tên bêqîmetkirin. Antmen got: "Niha wexta karmendekî dewletê jî biçe nexweşxaneyekê ji bi muayeneyê 15 lîreyan dide. Her wiha wexta diçe ocaxên tenduristiyê jî 4 lîreyan dide. Ev hemû ên destpêkê ne û dê di demên pêş de ev merhale merhale zêdetir bibe. Bi gotinên wekî 'Bijîşk nizanin derziyê li nexweşan bixin. Çavê bijîşkan li bêrîka nexweş e. Nikarim zarokê xwe emanetî bijîşkan bikim. Hûn çi qas pere bidin bijîşkan jî têr nabin' xebatkarên tenduristiyê bi awayekî sîstematîk hedef tên nîşandan."    DEWLET ŞIDETÊ TEŞWÎQ DIKE'    Antmen, diyar kir ku bi van gotinên îktîdarê gel jî erka kuştinê di dest xwe de dibîne. Antmen, anî ziman ku herî zêde di serdema AKP'ê de di tenduristiyê de bûyerên kuştin û întiharê rû dane. Antmen, diyar kir ku sedema vê jî ew e ku kedkarên tenduristiyê wekî koleyan tên dîtin.    Antmen, bilêv kir ku herî zêde piştî salên 2000'î bijîşk hatin kuştin. Antmen, da zanîn ku ji 2005'an heta nha 12 bijîşk hatine kuştin û 460 kedkarên tenduristiyê jî întihar kirine. Antmen got: "Yanî feraseteke ku xebatkarên tenduristiyê wekî koleyan dibîne û wekî ên taşeronî dibîne heye. Ji aliyê hikûmetê ve bi awayekî plankirî ev yek tê teşwîqkirin. Hikûmet ji vê rewşê ne rihet nabe. Heta niha ji bo vê yekê hikûmetê tu tevdîr negirtine û bertekên tund nîşan nedane."    Antmen, bal kişand ser pêşnûmaya "Di tenduristiyê de qanûna şidetê" ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) û diyar kir ku AKP'ê ev yek çênekiriye û hewl dide tenduristiyê veguherîne piyaseyê. Antmen got: "Em naxwazin mafên bijîşk û xebatkarên tenduristiyê bên xespkirin û em doza xizmeteke bêpere û baş dikin. Ji bo vê em ê bitêkoşin."    MA / Ergin Çaglar