ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2018'AN 2018-10-25 09:00:36 *  Ji ber kurmikên fêkiyan ên Akdenîzê, îsal ji sedî 70'ê berdariya zeytûnan kêm bû. Serokê Komeleya Hilberînerên Zeytûnan ên Akdenîzê Atîlla Parlak, destnîşan kir ku kurmikên fêkiyan ên Akdenîzê zeytûn nehiştin.  * Ekolojîst û parêzer Arîf Alî Cangi, bal kişand ser zirarên ku Rafînera Starê ya li Alîagayê û got, ji ber qirêjiya çêbûye Deşta Menemenê mir.    * Serokê Odeya Bijîşkan a Mêrsînê Dr. Mehmet Antmen, diyar kir ku bi "Bernameya Veguherîna Tenduristiyê" qada tenduristiyê veguheriye piyaseyê. Antmen, destnîşan kir ku ji sala 2005'an heta niha 12 bijîşk hatine kuştin û 460 kedkarên tenduristiyê xwe kuştine. Antmen  xwest "Di tenduristiyê de qanûna şidetê" bê çêkirin.    * Rojnamevan Esra Solîn Dal ku di operasyona li Amedê ya li hember rojnamevan û siyasetmedaran de hat binçavkirin, diyar kir ku her ku li bajêr operasyon çêdibin polîsa davêjin ser mala wê û ev yek êdî veguheriyeke rewşeke rûtîn. Dal, destnîşan kir ku ev rewş asta azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê nîşan dide.    * Li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê Ozgur Bektaşoglû ku ji sedî 52 berasteng e, nameyek ji Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê re şand. Bektaşoglû, diyar kir ku îdareya girtîgehê jimariya li ser piyan lê ferz dike û hatiye îşkencekirin.   * Li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê, girtiyê bi navê Abdullatîf Teymûr li xwişka xwe Gulseren Yildirimê geriya û got: "Pêşî îşkence kirin. Niha jî herkê 50 roj cezayê hucreyê li me birîn. Dengê me ragihînin."     * Komeleya Mafên Mirovan li Antalyayê nûnertiyek vekir. Yek ji nûnerên komeleyê Parêzer Denîz Yildirim, anî ziman ku ew li benda alîkariya hemû derdora ne.    * Rojnameya Yenî Şafakê bi ser navê "Dora karsazên PKK'yî ye" nûçeyek serwîs kiribû. Parlementerê HDP'ê Selçûk Mizrakli bertek nîşanî vê yekê da û got: "Eger li partiyeke ku bi pereyên mezin kar dikirin digerin, nexwe bila li partiya îktîdarê û alîgirên wê binerin."    * Rojnamevan Ziya Ataman, ku ragihandibû li girtîgehê gurçikên wî îflas kirine û bi dermanan li ser piya disekine, dê sibê careke din li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Şirnexê derkeve pêşberî dadwer.    * Danişîna 5'emîn a doza derbarê 2 polîsên li navçeya Sîlopî ya Şirnexê, bi panzerê ketin malekê û 2 birayên hev Yildirim dibin panzerê de eciqandin de hat vekirin, dê  li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yemîn a Cizîrê bê dîtin.  (10.00)   * Parêzerên bi armanca serbest berdana hempişeyên xwe yên girtî, Nobeta Edaletê ya li ber Edliya Çaglayana Stenbolê dabûn dest pê kirin, dê di hefteya 76'emîn de berdewam bikin. (11.30)   *Meclîsa Jinan a KESK'ê dê li ber Midûriyeta Bajêr a Polîtîkayên Malbat û Civakî ya Amedê, derbarê daxuyaniyên Serokê TBMM'ê Bînalî Yildirim a têkildarî birîna alîkariya civakî ya jinan de, daxuyanî bidin çapemeniyê. (12.30)   *Malbatên Roboskî, dê di hefteya 356'emîn a lêgerîna edaletê de, li ser gorên xizmên xwe kom bibin û daxuyanî bidin çapemeniyê. (16.30)