Endamê Meclîsa HDP’ê yê berê Koç hat binçavkirin 2018-10-24 13:14:54   HATAY – Endamê Meclîsa HDP’ê yê berê Zekî Koç bi hinceta parvekirinên medya civakî di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin.    Li navçeya Îsenderûnê ya Hatayê polîsan bi ser mala endamê Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Zekî Koç de girt. Piştî lêgerîna li malê polîsan dest danî ser eşyayên dîjîtal. Polîsan bi hinceta parvekirinên medya civakî nîşan da û bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kiriye” Koç binçav kir û birin Miduriyeta Polîsan a Îsenderûnê.    Li aliyê din hat zanîn ku polîsan bi ser kargeha Koç de girtiye û lêgerîn pêk anîne.