Di rapora keşfê ya Doza Panzerê de: Bersûc bi qisûr hatin dîtin 2018-10-24 12:22:15   ŞIRNEX - Di "Doza Panzerê" ya dê di 25'3e Cotmehê bê dîtin de, rapora keşfê ya cihê bûyerê pêşkêşî dadgehê hat kirin. Di raporê de hat diyar kirin frena destan a panzerê ne hat dîtin û hat gotin ku bersûc Omer Yegît "tiştekê ku bike tune bû," panzera ku fren û dîreksiyona wê dixebitin weke "Qisûrê eslî" û bersûc Yegît û fermandarê ew peywirdar kir Murat Maden jî weke "Qisûrê duyemîn" hatin dîtin.    Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê, di 3'yê Gulana 2017'an de panzer ketibû malekê û du birayên hev Muhammed ê 7 salî û Furkan Yildirim ê 6 salî eciqandibûn û bibû sedema mirina her du zarokan. Di çarçoveya doza derbarê du polîsên di panzêrê hatibû vekirin de, roja 19'ê Îlonê li cihê bûyerê keşîf hat kirin û rapora keşfê ya lêpirsîna panzerê ya li cihê bûyerê hat amedekirin, pêşkêşî dadgehê hat kirin.  Rapora ku berê sê caran hat taloqkirin, ji aliyê kesên pispor ve hat amade kirin.    Di raporê de hat diyar kirin ku frena destan a panzerê ne hat dîtin û hat gotin ku bersûc Omer Yegît "tiştekê ku bike tune bû," panzera ku fren û dîreksiyona wê dixebitin weke "Qisûrê eslî" û bersûc Yegît û fermandarê ew peywirdar kir Murat Maden jî weke "Qisûrê duyemîn" hatin dîtin.    Rapora ku hat amadekirin, dê sibe di daneşîna dozê ya ku wê li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê bê dîtin de bê nirxandin. Di raporê de qeydên kamerayan jî cih digirin.