2 kesên di qezayê de bi giranî birîndar bûn, jiyana xwe ji dest dan 2018-10-24 11:39:53 DERSIM - Li ser rêbejahiya Dersim-Pîlemûriyê qezaya trafîkê rû da û 2 kesên bi giranî birîndar bûbûn, ligel hemû mûdaxileyan jî jiyana xwe ji dest dan.  Li nêzî Harçik a rêbejahiya Dersim-Pîlemûriyê di saetên şevê de, wesayîta plakaya 62 AP 879 a ajokara wê Seycan Demîrel dikir, kontrola dîreksiyonê winda kir û li kûleka kanalizasyona betonê ya li kêleka rê ket. Di qezayê de Seycan Demîrel ê 28 salî û Metîn Demîr bi giranî birîndar bûn. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê, birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dersimê û ji vir jî sewqî Navenda Tîpa Firat a Xarpetê hatin kirin.   Seycan Demîrel ê 28 salî û Metîn Demîr ê 18 salî, ligel hemû mudaxileyan jî, jiyana xwe ji dest dan.