Di 21 mehan de 5 car serlêdan kir: Kurê min ne bê kes e 2018-10-24 10:02:31 AMED – Dayika endamê HPG’ê Rindê Ateş diyar kir ku tevî wan 5 caran serî li dozgeriyê daye jî 21 meh e cenazê kurê wê nadinê û got: “Kurê min ne bêkes e.”  Piştî 24’ê Tîrmeha 2015’an li herêmê pêvajoya pevçûnan dest pê kir û şerên dijwar qewimîn. Bi sedan car li gund û bajaran qedexeya derketin kolanan hatin îlankirin û pevçûn qewimîn. Di pevçûnan de bi sedan kes jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyê bi sedan kes nedan malbatê wan û li goristanên bêkesan hatin veşartin. Li gorî agahiyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) berhev kir; ji 16’ê tebaxa 2015’an heta 1’ê hezîrana 2017’an li Amedê 127, li Mêrdînê 32, li Colemêrgê 20, li Şirnexê 13, li Bedlîsê 8, li Êlihê 3, li Mûşê 4, li Çewligê 5, li Dersimê 5 û li Xarpêtê carek, bi giştî li 10 bajar û 43 navçeyan qedexeya derketina kolanan hatin îlankirin.    442 CENAZE LI GORISTANÊ BÊKESAN E   Li gorî rapora MEYA-DER’ê ya bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê (KHK) de hat girtin li Goristana Yenîkoyê 23, li Rihayê 27, li Xarpêtê 1, li Dîlokê 7, li Cizîrê 33, li Silopî 17, li Şirnexê 42, li Erziromê 54, li Trabzonê 6, li Wanê 6, Li Sêrtê 10, li Bedlîsê 25 û li Meletiyê 191 cenaze bi hinceta “Testa DNA’yê bi encam nebûye” tên rawestandin.    Ji 267 cenazeyan ji Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor a bi ser Bedlîsê ve ku bi hinceta “Testa DNA”yê di 19’ê kanûna 2017’an de hatibûn derxistin aqûbeta 265 cenazeyan nayê zanîn.    TEVÎ KU CENAZE HATIYE TEŞHÎSKIRIN JÎ NADIN MALBATÊ    Yek ji van cenazeyan jî cenazeyê endamê HPG’ê Mehmet Mazlum Ateş (Delîl Amed) e. Ateş di 13’ê çileya 2017’an de di pevçûnekê de li çoltera Bedlîsê jiyana xwe ji dest dabû. Tevî malbata Ateş gelek caran serî li dozgeriyê da jî lê 21 meh e cenaze li goristana bêkesan tê rawestandin. Dayika Ateş, Rindê Ateş diyar kir ku ji ew cenazeyê zarokê xwe bigirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê dane û got: “Me di otopsiyê cenaze bi wêneyan teşhîs kir. Di serlêdana duyem de jî min kurê xwe teşhîs kir. Tevî ku min wî teşhîs kir û ji bo testa DNA’yê xwîn girtin jî lê ev 21 meh e canezeyê me nadin me. Heta niha me 5 caran serlêdan kiriye.”    ‘KURÊ MIN NE BÊ KES E’    Dayik Ateş destnîşan kir ku nedana cenaze êşa li ser êşê bi wan didin jiyîn û got: “Ev zilm û heqaret e. Kes nê bê xwedî ye. Ez dixwazim cenazeyê kurê xwe bînim li Amedê veşêrim. Ez dixwazim bila gorek kurê min hebe. Kurê ne bê kes çima li goristana bêkesan ji tê sekinandin.”    MA / Ozgur Paksoy