Li bazarê her tişt du qat biha bûn: Kes nikare tiştekî bikire 2018-10-24 09:21:11 AYDIN – Esnafên navçeya Efelerê, anîn ziman ku ji ber krîza aborî û zemên tên kirin êdî nikarin tiştekî bifiroşin. Esnaf Gokhan Aydin got: "Şimika berê min bi 5 lîreyan dikirî, niha bi 10 lîreyan dikirim. Wisa dewam bike 2 roj şûnede em ê nikaribin biçin bazarê."  Li bazara semtê ya navçeya Efelerê, êdî kes nikare tiştekî bikire. Bazarvanan, bilêv kir ku ji ber zemên tên kirin biha duqat zêde bûne û nikarin tiştekî bifiroşin.    Gokhan Aydin, diyar kir ku ew li bazarê şimik û pêlavan difiroşe, lê êd, nikarin pêlavan bifiroşin. Aydin, anî ziman ku fiyetên pêlavan duqat zêde bûne û got: "Fiyet pir biha bûne û ji ber vê em nikarin tiştekî bifiroşin. Êdî bazar ne weke berê ne. Ji ber zêdebûna dolar rewşa aboriyê pir xirab bûye. Şimika berê min bi 5 lîreyan dikirî, niha bi 10 lîreyan dikirim. Yanî evqasî biha bûne. Wisa dewam bike 2 roj şûnede em ê nikaribin biçin bazarê. Êdî em nikarin ji fabrîkayan bi tomerî tiştan bikirin. Em bi zirarê difiroşin. Tiştên bi 10 lîreyan dikirim bi 10 lîreyan difiroşim. Rojê ancax du cot an jî sê cot şimik difiroşim." Aydin, destnîşan kir ku krîza aborî heye û di bêrîka wan de pere nemaye.    ‘JI SEDÎ 40 FERQ HEYE'    Huseyîn Soylû ku karê şarkuteriyê dike, destnîşan kir ku divê gel bertekê nîşanî vê krîzê bide û got: "Ji ber krîzê êdî kes nikare xwarinê bixwe. A rast krîza aborî wekî xelekekê ye. Ger krîzê tesîrê liw elatiyan bike, ev yek jî tesîrê li esnafan dike. Tiştên berê min dikirîn û niha dikirim, di navbera wan de ji sedî 40 ferq heye. Hatine zemkirin. Berê kîloya penêrê spî bi 10 lîreyan bû, niha nikarim bi 15 lîreyan bifiroşim. Berekî xweyê bi 12 lîreyan niha bi 18 lîreyan didim. Jixwe welat nebaş dihat birêvebirin îjar radibin dixin sûcê dolar. Lê ji bilî têkoşînê tu rê nemaye."    ‘ÊDÎ NE WEKÎ BERÊ YE'    Abdulhamît Sonmez ku zebze û fêkiyan difiroşe, diyar kir ku êdî gel nikare tiştekî bikire û bifiroşe. Sonmez, destnîşan kir ku kesê berê 2 kîlo fêkî û zebze dikirî, niha nikare tiştekî jî bikire. Sonmez got: "Êdî kes nikare ji bazarê tiştekî bikire. Êdî bazarên gel ne wekî berê ne. Krîz heye û hikûmeta heyî naxwaze vê yekê aşkere bike. Ji kesên dibêjin krîz tune ye dixwazim vê bêjim; Mirov meaşê kêmtirîn distînin. Ger mirov du zarokên xwe bidin xwendin, wê çawa debara xwe bike? Bila rayedarên hikûmetê bi pereyên di bêrîka xwe de werin bazarê ka dikarin tiştekî bikirin an na? Perê gel tune ye."    MA / Ruken Demir