ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2018'AN 2018-10-24 09:00:17 * Esnafên navçeya Efelerê, anîn ziman ku ji ber krîza aborî û zemên tên kirin êdî nikarin tiştekî bifiroşin. Esnaf Gokhan Aydin got: "Şimika berê min bi 5 lîreyan dikirî, niha bi 10 lîreyan dikirim. Wisa dewam bike 2 roj şûnede em ê nikaribin biçin bazarê."  * Li gundê Biyadîr ê Çelê, ji ber qedexekirina zozan û mêrgan sewalkarî nema. Şêniyên gund vê carê berê xwe dan çandiniyê. Li vî gundê ku hinarên wê bi nav û deng in jin, li ser dezgehên ku li qeraxên rêyan danîne tevî hinaran zebze û fêkiyên çandine difiroşin.    * Şêniyên gundê Minyanîşê ku bi salan li sînor bazirganî dikirin û sewalvanî dikirin, niha ji ber qedexekirina zozan û mêrgan ji mecbûrî pezên xwe difiroşin. Şêniyên gund tenê ji bo şîr bizinên xwe nefirotine û gotin: "Dev ji bazirganiya li ser sînor berda, êdî em nikarin heywanên xwe bibin derveyî gund jî."    * Karkerê înşeatê Muhterem Zengîn, diyar kir ku li Samsûnê sektora înşeatê sekiniye. Zengîn anî ziman ku wî serî li kîjan fîrmayê dabe jê re gotine "me şîrket girtiye."    * Parlementerê HDP'ê Hasan Ozguneş, diyar kir ku bêyî kurdan dîzaynkirina Rojhilata Navîn ne mimkun e, lê belê divê di vê pêvajoyê de kurd jî yekîtiya xwe ya netewî çêbikin, an jê dê dîrok efû neke.    * Dayikên Şirnexê bertek nîşanî tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan û gotin: “Heya ku tecrîta li ser Ocalan berdewam bike, dê gelê Kurd jî dibin tecrîtê de be. Li dijî tecrtî em bibin yek û bi mîlyonan kes divê tecrtîta li ser Rêbertiyê bişkînin.”   * Amediyan bertek nîşanî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan û gotin: "Ger rêberê gelekî bê tecrîdkirin, ew gel jî tê tecrîdkirin. Bila dawî li tecrîdê bê û Ocalan bê berdan. Ger guh bidana Ocalan, wê Tirkiye neketana vî halî."    * Karkerên li nav erdên pembû di holikan de dimînin, rojê 15 saetan dixebitin û 45 lîreyan distînin. Karkeran, diyar kir ku li gor sala per îsal ji ber rewşa aborî û zemên tên kirin nikarin debara xwe bikin.    * Hevseroka Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî û şandeya pê re, dê TUM-BEL SEN û Sendikaya Kar-Şaredariyê ziyaret bikin.   * Danişîna 3'yemîn doza nûçegihanê Dersimê yê Rojnameya Evrensel Kemal Ozer ê bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" tê darizandin, li Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Dersimê bê dîtin. (10.00)   * Cenazeyê dayika Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Dersimê ya berê Edîbe Şahîn Emîne Gundogan li navçeya Qislê ya Dersimê bê definkirin. (11.00)   * Şaxa Rêxistina Efûya Navneteweyî ya Tirkiyeyê, rapora derbarê kesên bi KHK'ê ji kar hatin avêtin de amade kir, dê ji raya giştî re eşkere bike. (12:00)   * Baroya Amedê, dê têkildarî biryara "Sonda Xwendekaran" a Dadgeha Bilind li avahiya Xizmetê Alîkar a Baroyê daxuyanî bide çapemeniyê. (11.00)