ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2017'AN 2017-10-26 09:00:50   * Jinên Wanî, diyar kirin ku tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Ocalan tê meşandin, di heman demê de li derve jî li ser jinan pêk tînin û wiha gotin: “Em dixwazin demildest agahî ji Ocalan bigirin.”   * Rojnameger Omer Çelîk, ku di 25'ê Cotmehê de hat berdan, bal kişand ser perçekirina medya û wiha got: "Me hêz da van kesên ku zextan li ser çapemeniyê dike. Ger ku em li dora nasnameya rojnamegeriyê bûbûna yek ev zext li ser me pêk nedihatin. Divê em nasnameyên xwe yên civakî, çandî û siyasî dinin aliyekî û em li dora nasnameya pîşeyî bibin yek û dengê xwe bilind bikin.    * Gursel Ozbey, bavê efser Semih Ozbey ku ji aliyê PKK’ê ve hatiye desteserkirin, xwest dawî li operasyonan bê û wiha got: “Roja ku operasyon hebin, xeyalşikestî dibim. Xwe bi xwe difikirim gelo operasyon li herêma ku kurê min lê ye çê dibin?”   * Li Meletiyê, eleqeya ji bo “Bazara Ûris” her diçe zêdetir dibe. Li vê bazarê amûr û kincên li ser çopan hatine berhevkirin tên firotin. Ahmet Torun anî ziman ku mirov li vê bazarê leqayî kesên rewşa wan a aborî baş nayê û wiha got: “Mirovên li vê bazarê li ser çopan li nanê xwe digerin.”   *  Gundiyên gundê Kopanisê ya bi ser navçeya Rêya Armûşê bi salan e li benda çêkirina pirê ne. Ji ber pir tune ye welatî ji bo sewalên xwe bibin aliyê din yên perava newalê biçêrînin bi kîlometreyan dimeşin.   * Dêra Ardzvaperê ya li gundê Dêra Jêr a Erdîşê ji ber xwedî derneketinê bi tunebûnê re rû bi rû maye.    *Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dewam dike, di hevdîtina dawî de Ocalan YPG ji xeta pêşmergeyan kişand, bi vê re Ocalan li dijî pratîka pêşmergeyan a di demên dawî de lê vekişiyan, di xeta YPG'ê ya ku Reqqa azad kir de israr kir û vê jî Ocalan çiqasî mafdar e raxist berçavan. Tecrîda li ser Ocalan jî piştî vê israrê dest pê kir.   *  Hikumeta ku di her hilbijartinê de li Colemêrgê soza razemeniyê dide, li bajêr ji sedî 80 esnaf ketin ber îcrayê. Her roja li bajêr bêkarî zêde dibe di nav salek dawî de tenê 5 kargeh vebûn.    * Hat îdiakirin ku wargeha AFAD'ê ya li Karkamişê bûye deriyê rantê yê rêvberên AKP'a navçeyê. Li gorî agahiyan hemû îhale xizmetê dane AKP'iyan û endamên meclisa şaredariyê yên di nelêrêtiyê de li gorî wan tev nagerin, bi êrîşa çekdarî ya mirdur re rû bi rû maye.   * Endamê Komîsyona Girtîgehê yê ÎHD’ê Parêzer Muhterem Suren binpêkirina mafan û şertên nebaş ên li girtîgehan nirxand û diyar kir ku bi OHAL’ê re binpêkirin derketine asta herî jor û şertên girtîgehê asta pêşketina Tirkiyê dide nîşandan.    *Li taxa Alîpaşa ya Sûrê mala 5 jî zarok 7 kes tê de bêyî ku kontrol bikin, xwestin xira bikin, lê piştî malbat hat ferq kirin, li pêşiya facîayê hat girtin. Rûxandina li Sûrê bi hemû leza xwe  didome û malbatan bi darê zorê ji malên wan derdixin.     * Parlementera CHP’ê ya berê û rojnameger Melda Onur, pêşnûmaya qanûna ku erka marbirînê dide miftîtiyan nirxand û wiha got: “Wê qanûna miftîtiyê pir nebaş bê xebitandin. Em ê bibînin. Divê li hemberî vê jin ‘xeta îxbarê’ çê bikin.”    * Rûniştina doza Sekretera Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Îzmirê Ayşegul Kocaaslan ku bi sedema beşdarî çalakiya 8'ê Adara 2016'an bûye doz lê hatibû vekirin dê li Edliyeya Îzmirê be ditin. Beriya rûniştina dozê saziyên jinan ên li Îzmire dê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (10.00)   * Rûniştina doza Berdevka Demî ya Kongreya Jinên Azad (KJA) ku bi KHK'ê hat girtin Ayla Akat Ata ku ji ber Kovara KJA lê hatibû vekirin dê li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (10.00)   * Wekîla Serokê Meclîsa Tirkiye ya HDP’î Pervin Buldan, Parlamenterên HDP'ê Sirri Sureya Onder û Dîlek Ocalan, dê der barê rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de li odeya koma HDP'ê ya meclîsê civîna çapemeniyê pêk bînin. (11.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û Odeya Tabîbana Amedê bi minasebeta "Hefteya Mafê Nexweşan a Cîhanê" ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê li Şaxa ÎHD'ê civîna çapemeniyê pêk bînin. (12.30)   * Doza kuştina karkerê 3'emîn Balafirgehê MehmetAytaş ku ji aliyê komek nijadperest ve hat kuştin dê li 17'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (13.10)   * Di çarçoveya 3'emin Rojen Çand û Hunera kurd de dê Nivîskar Selîm Temo li Salona Civînê ya Cezayirê mijara "Li 3 dîasporayan wêjeya kurd" pêk bîne. (14.00)    * Çalakiya kolana Yukselê dê di roja 352’an de bidome. (13.30/18.00)