Kesê ket nav lepên îstixbaratê, tiştên hatin serî wî gotin 2018-10-23 17:33:31   STENBOL – Emre Aydin, ku polîsan zext lê kir û ew kirin “Elemanê agahîstendinê” behsa tişên bi serî wî de hatine kir û li dijî van kirinên serî li ÎHD’ê da.    Xwendekarê zanîngehê yê li Enqereyê Emre Aydin ragihand ku polîsan ew xistiye xefikê û wî kirin e “Elemanê agahîstendinê.” Aydin, ku du sal û nîv wek “Elemanê agahîstendinê” tê xebitandin serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê da û xwest di warê hiqûqî de alîkariya wî bê kirin. Aydin tiştên bi serî wî de hatine bi raya giştî re parve kir. Aydin û Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî civînek çêkirin. Aydin anî ziman ku bi boneya ewlehiyê li şûna Enqereyê serî li şaxa ÎHD’a Stenbolê daye.    WÎ KIRIN E SÎXÛR   Aydin wiha behsa tiştên bi serî wî de hatine kir: “Ez di 2012’an de çûm Zanîngeha Enqereyê. Di navbera 2012-2016’an de dem bi dem di Girtîgeha Sîncanê de mam. Piştî pêvajoya girtîgehê hin kesên ku xwe wek kesên îstixbaratê dan nasîn xwestin bi min re sohebt bikin. Min sohbet qebûl kir. Ewil bi dostane û xweş bi min re axivîn. Lê pişt re nêzîkatiya wan guherî. Ez di ferqa vê yekê de bûm lê bes kontrola li pêş ket ji destê min derket. Ev kes ewil li ser mijarên mîna aborî, problemên azadiyê, problemên girtîgehê û pêvajoyên edlî xwestin bibin alîkar. Li ser min vê yekê çêkirin. Du dozê min dan sekinandin.Dikaribûn mudaxeleyî cezakirinê bikin. Ev yek bi serê min de hat.   ‘MIN REVANDIN’   Her çi qas ez ketibim nav vê gerînekê jî, lê pişt re min xwest ez jê veqetim. Lê gelek astengî derketin pêşiya min. Ji hevdîtina ewil şûn ve ji qeyda deng û dîmen bigire heta jiyana taybet û şantajê gef li min xwarin. Hemû tiştên xwe bi teknolojiyê dikirin. Roja 10’ê Cotmehê dema ji mala xwe derketim bi wesayîtek hatim revandin. Piştî min revandin li min dan. Her çi qas ev du sal e veqetiyam e jî lê hem di warê derûnî hem jî fizîkî de nikarim xwe ji destê wan rizgar bikim. Min dît ku ji bilî mirinê tu rêyek din nîne. Ji dema min vê pêvajoyê aşkere kir şûn ve min û malbata min tehdît kirin.”    DER BARÊ HDP’YAN DE AGAHÎ XWESTINE    Aydin da zanîn ku têkiliya wî ya bi wan kesan re li ser aboriyê li pêş ketiye û got: “Di nava demê de têkiliya madî asayî bû. Êdî bûbûm wek xebatkarekî wan. Têkildarî HDP’ê bi min re diaxivîn. Der barê HDP’yan de agahî ji min dixwestin.”    BANG LI KESÊN DIN KIR    Aydin got piştî revandinê wî serî li ÎHD’ê daye, kes bi wî re neketiye danûstandinê. Aydin bang li her kesê dikevin rewşa wî kir û xwest xwe ji vê çiravê rizgar bikin.    Aydin diyar kir ku wî têkildarî tiştên bi serê wî de hatine serî li Serdozgeriya Komarê ya Golbaşiya Enqereyê daye û hemû agahiyên di destê xwe de bi dozgeriyê re parve kiriye.