Cenazeyê Emîne Gundogan ber bi Dersimê ve hat birêkirin 2018-10-23 16:46:12   STENBOL - Ji bo cenazeyê dayika parlamentera berê ya DHP'ê Edîbe Şahîn a girtî Emîne Gundogan li mala cemê merasîm hat li darixistin. Edîbe, bi destûra taybet ya dozgeriyê di bin dorpêça polîsan de tevli merasîmê bû û destûr nehat dayîn ku wêne û dîmen bên kişandin.     Ji bo dayika Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  ya berê ya Dêrsimê Edîbe şahîn a ku li Girtîgeha Tîpa F ya li Kandrayê girtî ye Emîne Gundogan ku duh jiyana xwe ji dest da li mala cemê ya li Komeleya Çand û Hunerê ya Pîrsulstan Abdal a li Kadikoyê merasîma cenaze hat lidarxistin. Edîbe, bi destûra taybet ya dozgeriyê di bin dorpêça polîsan de tevli merasîmê bû. Dema ku Edîbe sersaxî qebûl kirin destûr nehat dayîn ku wêne û dîmen bên kişandin.   Piştî merasîmê cenazeyê Gundagan ji bo definkirinê, ber bi warê wê Dêrsimê ve hat birêkirin.