Îmîr: Divê em vê bedeniyê biqelêşin 2018-10-23 16:36:49 ŞIRNEX – Parêzera Ocalan, Newroz Uysal di panelê de axivî û got: “Dixwazin bi tecrîdkirinê vîna Ocalan teslîm bigirin.” Parlamentera HDP’ê Nuran Îmîr jî got: “Divê em vê bêdengiya di nav xwe de biqelêşin.”    Meclîsa Jinan a HDP’a Şirnexê li navçeya Silopî bi armanca balê bikişîne ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi sernavê “Em tecrîdê bişkênin û faşîzmê hilweşînin” panel li dar xist. Panel li avahiya HDP’a Silopî pêk hat. Moderatoriya panelê Hevseroka HDP’a Silopî Fatma Gunduz kir û ji parêzerên Ocalan Newroz Uysal û Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr di panelê de axivîn.    ‘DIXWAZIN VÎNA BIRÊZ OCALAN TESLÎM BIGIRIN’    Parêzer Uysal di panelê de axivî û li ser gotinên Ocalan ên der barê tecrîdê de rawestiya û got: “Bi salan e birêz Ocalan bi kesî re nikare hevdîtin bike. Bi tena serê xwe di odeyekê de ye. Di bin şertê herî giran de ye. Mînakek vê tecrîdê li cîhanê nîne. Tecrîdê bi armanca vîna mirovî desteser bikin xistine meriyetê. Li Îmraliyê tu qanûnek nayê xebitandin. Dixwazin vîna birêz Ocalan teslîm bigirin û bêdeng bikin. Sedema vê jî ew e ku Birêz Ocalan rêberê gel e. Ji bo pirsgirêkên li Rojhilata Navîn projeyên çareseriyê pêşkêş dike. Tecrîd bi polîtîkaya navdewletî pêk tê. Ev du sal e em agahî ji birêz Ocalan nagirin. Dixwazin bi vî awayî jî tecrîdê berfireh bikin. Heke tecrîd bê şikandin dê yekîtiya di navbera gelê kurd de jî pêk were. Li dijî tecrîdê dê herî helwesta zelal jin bidin nîşandan.”    ‘BI TECRÎDÊ NIYETA GELÊ KURD DIPÎVIN’    Parlamentera HDP’ê Nuran Îmîr jî destnîşan kir ku dixwazin bi tecrîdê niyeta gelê kurd bipîvin û wiha got: “Tirkiyeya dixwaze ku kurdan li Rojhilata Navîn bê statû bihêle, bi tecrîdê danûstandina gelê kurd  û Ocalan biqetîne. Heke îro navê kurdan li her devera cîhanê tê axivîn, ew jî sedemê wê birêz Ocalan e. Divê wek kesek mirov nêz nebê. Bi milyonan mirov dibêjin ‘Ocalan vîna me ye.’ Bi salan e Ocalan ji bo jiyanek azad têdikoşe. Yê ku em zane kirin ramanên birêz Ocalan in. Di şexsê birêz Ocalan de dixwazin me ji nirxên me dûr bikin. Dixwazin ramanên Ocalan bê wate bikin. Divê em di her gotin û çalakiyê de Ocalan bikin mijara sereke. Ji bo ku têkoşîna me bigîhîje serkeftinê divê em xwedî li hewldan û nirxên birêz Ocalan afirandiye derkevin. Lazim e em bêdengiya di nava xwe de biqelêşin.”   Piştî axaftina Îmîr panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.