Şaxa ÎHD’a Îzmîrê: 10 hezar û 148 binpêkirinên mafan rû dan 2018-10-23 16:21:20 ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’a Îzmîrê, rapora 4 mehan a binpêkirinên mafan eşkere kir û got: “Dinava civakê de 10 hezar û 148 binpêkirinên mafan rû dan.”    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, rapora binpêkirinên mafan ên dinava 4 mehan de li Herêma Egeyê rû dan, eşkere kir. Daxuyanî li avahiya şaxê hat lidarxistin û endamên komeleyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Endama ÎHD’ê Cemmîle Karakaya rapor xwend. Karakaya, diyar kir ku ev rapora mehên Gulan, Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê ye.   ‘154 BINÇAV KIRIN ÇÊBÛN’   Karakaya, anî ziman ku li Herêma Egeyê, ji ber parvekirinên medya civakî, siyasî û polîtîk gelek kes hatin binçavkirin û girtin. Karakaya, di dewama axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Bi taybetî xebatkarên HDP’ê hatin binçavkirin û girtin. Mafê wan ê siyasetê bikin ji destên wan hat girtin. Kesên hatin binçavkirin, rastî lêpirsîna kesên ne diyar hatin û sîxûtî ferzî wan hat kirin.  Divê demildest ev pêkanîn bi dawî bibin. Dinava  4 mehan de, 154 kes hatin binçavkirin, 44 kes hatin girtin, 11 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan, bi ser 7 malan de hat girtin, kesek dibin çavan de rastî gefan hat û ajantî ferzî 5 kesan hat kirin.”   ’25 PENABERAN JIYANA XWE JI DEST DAN’   Karakaya, anî ziman ku mirovên şer şer, dagirkirin, êrîşên siyasî û karesatên xwezayî koçî Tirkiyeyê krin, ji bo ji Tirkiyeyê derbasî welatên biyanî bidin jiyana wan ket xeteriyê û wiha got: “6681 koçberên hatin Tirkiyeyê, xwestin derbasî welatên biyanî bibin. Ji van penaberan 3 jê zarok, 25 kesan jiyana xwe ji dest dan û agahî ji penaberekê jî nayê girtin.”   Karakaya, bal kişand ser rewşa jinan a li Herêma Ege yê jî û wiha  bilêv kir: “Tacîz, tecawîz, tundî û kuştinên li dijî jinan her roja diçe zêdetir dibe. Dinava 4 mehan de 2 jin hatin birîndarkirin, 2 jin rastî tacîzên zayendî hatin, 5 jin hatin derp kirin, 6 jin hatin tacizkirin, 11 jin hatin kuştin, 2 jin rastî heqaretê hatin, fihûş li ser 2 jinan hat ferzkirin, gef li jinekê hat xwarin û jinek jî windaye.”    ‘TUNDIYA LI SER ZAROKAN ZÊDE BÛ’   Karakaya, derbarê pirsgirêkên zarokan de jî ev tişt bilêv kirin: “2 zarok hatin derpkirin, 18 zaroka rastî tacîza zayendî hatin, zarokek hat  kuştin û zarokek bi darê zorê hat zewicandin.”    ’18 KARKERAN JIYANA XWE JI DEST DAN’   Karakaya, di dewama axaftina xwe de wiha domand: “18 karkeran jiyana xwe ji dest dan. 1539 karker ji kar hatin avêtin, 139 karker di qezayên kar de birîndar bûn. 599 karker ji kar hatin avêtin. 750 karker ji ber xwarinê bi jehrî bûn û karkerek çalakiya greva bîrçîbûnê lidar xist. Di girtîgehan de pêkanînên mîna tecrît, lêgerîna tazî, derp kirin, ne tedawî kirin, binpêkirinên mafan û cezayên disîplînê hene.”    ‘BI GIŞTÎ 10 HEZAR Û 148 BINPÊKIRINÊN MAFAN RÛ DAN’    Karakaya, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Li Herêma Egeyê dinava 4 mehan de bi giştî 10 hezar û 148 binpêkirinên mafan rûdan.”