HDP’a Wanê: 7 salin birîna erdhejê nehatiye kewandin 2018-10-23 15:20:47 WAN – Hevserokê HDP’a Wanê Umît Dede di salvegera erdheja Wanê de daxuyanî da û got: “Bi ser karesata Wanê re 7 sal derbas bû lê hêj birîn nehatine kewandin.” TMMOB'ê jî got desthilatdarî polîtîkaya xwe rantê didomîne.  Rêxistina HDP’ê ya Wanê têkildarî salvegera 7’emîn a erdehja Wanê ya di 23’ê Cotmeha 2011’an de pêk hat li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Murat Sarisac, rêveberên partiyê û welatî beşdar bûn. Di civînê Hevserokê HDP’a Wanê Umît Dede daxuyanî da û erdheja meha cotmehê û mijdarê bibîr xist û got: “AKP li şûna ku birîna Wanê derman bike, rewşê veguherand firsatê û rewşa civakî serobin kir. Bi deh hezaran mirov ji ber erdhejê bi şertên zor re hevrû hişt. AKP hêza xwe ya dixwest nîşan bide hemû ranta siyasî bû.”     ‘PLANA ÎMARÊ PIRSGIRÊKAN KÛRTIR KIR’    Dede bal kişand ser hewldanên Hevşaredarê Wanê Bekîr Kaya yên wê demê û wiha domand: “Birêz Bekîr Kaya ji bo gelê xwe têkoşiya. Tayyîn Erdogan ê wê demê Serokwezîr bû şaredarî û partiya me kir hedef. Dewletê gelê me bi bobelatek mezin re rû bi rû hişt. Hevşaredarê me Bekîr Kaya yê ku di bin konan de bi gel re rabû û rûnişt di wan rojan de wî girtin û avêtin girtîgehê. Halbukî piştî erdhejê hikumetê erka plana îmarê ya Şaredariya Wanê jê girt û li Enqereyê hat birêve birin. Planên îmarê yên li ser maseyê hatin çêkirin pirsgirêkên Wanê hin bêtir kûrtir kir.”    ‘BIRÎN NEHATINE KEWANDIN’    Dede anî ziman ku alîkariya dihat kirin ji aliyê rayedarên hikumetê û dewletê yên wê demê ve paş ve dihat şandin û got: “Alîkariya dihat jî ne ji bo gelê Wanê ji bo ‘projeyên wan ên Mega’ hat xerckirin.” Dede destnîşan kir ku erdhejê jiyana civakî û aborî serobin kir û got: “Ji ber şertên giran ên erdhejê civak û esnafan demên giran derbas kirin. Wan û Erdîş ‘herêma karesatê’ nehatin îlankirin. Ji wê rojê heta îro di nav gerîneka krîza aborî ya giran de Wan nehatiye ser hişê xwe. Hêjayî gotinêye hêj birînên erdheja Wanê û Erdîşê nehatine kewandin.”    TMMOB: DESTHILATDARÎ RANTA XWE DIDOMÎNE   Li aliyê din odeyên girêdayî Yekîtiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirkiyeyê (TMMOB) jî têkildarî erdehjê di saeta 13.41'an de ku erdhej pêk hat li ber Peykerê Erdhejê yê li taxa Akkopruyê daxuyaniya çapemeniyê da. Serokên odeyan û gellek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Li ser navê TMMOB'ê Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Înşatê (ÎMO) a Wanê Îsmet Bîlmez daxuyanî da û diyar kir ku li gel 7 sal di ser erdheja Wanê re derbas bû jî lê hêj feraseta plansaziya desthilatdariyê ya li hember erdhejan neguheriye û got: "Desthilatdarî polîtîkaya xwe ya rantê didomîne. Çêkirina avahiyan a qaçax û bêkontrol kirin qanûn. Divê ku dest ji vê efûya îmarê bê berdan."