Temellî: Werin li ser maseyê rûn in 2018-10-23 15:15:26   ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, di civîna koma partiya xwe de bal kişand ser tecrîta li ser Ocalan û got: “Aştî îro dibin tecrîtê deye. Em carek din dibêjin; An hûnê li ser maseyê rûnin, an jî hûnê şer bidomînin. Werin li ser vê maseyê rûn in. Em ji bo piştgiriyê amaden e.”   Partîya Demokratîk a Gelan (HDP), civîna koma xwe ya heftana li dar xist. Rêveberên Enstîtûya Kurd a Stenbolê ya bi KHK’ê hat girtin, dayika nûçegihana Ajansa Mezopotamaya Seda Taşkin a girtî Fatma Taşkin, rêveberiya Komeleya Ebaxê ya Wanê, rêvberên HDP’ê yên Edene û Enqerê û rêberên Komeleya Mirinên bi Guman ên Qişleyên Leşkerî beşdarî civîna vê heftê bûn.    Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, di civînê de axivî û gengeşiya dinavbera AKP û MHP’ê de wiha nirxand: “Pev ketin. Em ê van bavêjin ser zibaleya faşîzmê. Di demek nêz de emê van qeyûman bavêjin. Ji xwe pev ketin. Bi bazariyên ji gel qût, nikarin pirsgirêkên gel çareser bikin. Bêguman dê aştî û demokrasî li Tirkiyeyê pêş bikevin. HDP dê vê aştiyê li Tirkiyeyê pêş bixe.”   ‘MUXTAR JI KAR AVÊTIN’   Temellî, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Bi hinceta ‘Têkiliya wan bi rêxistinên terorê heye” li Kurdistanê muxtar ji kar avêtin. Di hefteya çûyî de 259 muxtar ji kar avêtin. Gelo kîjan muxtar ji kar avêtin. Bêguman muxtarên Kurd ji kar avêtin. Muxtarên ji bo aştiyê li ber xwe didin ji kar avêtin. Ev feraset cudakariyê dike û sûcê kîn û nefretê ye. Ev hewl didin mirovan bikin dijminên hev.”    "JI MIFTIYAN RE DIBÊJIN HERÊMÊ VALE NEHÊLIN’   Temelli, anî ziman ku ji miftiyên herêmê re dibêjin, herêmê vale nehêlin û wiha pê de çû: “Ma gelo li van deran miftî tune ne? Ma bila bi zimanê xwe ibadet nekin? Ma nasnameya wan tuneye. Li dijî wan emê tim bi zimanê xwe îbadetê bikin û emê tu carî dev ji vê înada xwe bernedin. Erdogan li Moldovayê got ‘Ez li dijî nijantperestiya çandê me.’ Gelo tu dikarî vê li Amedê jî bêjî? Tenê dikare TOMA’yan bike xelat.”  ‘XWENDEKAR BILA LI DIBISTANAN ŞÎR VEXWIN, NE SONDÊ BIXWÎN IN’   Temellî, bertek nîşanî biryara Sonda Xwendekaran a Şureya Bilind jî da û wiha rêz kir: “Cardin Sonda Xwendekaran anîn pêşberî me. Ji xwe kes vê napirse. Ji ber ku li Tirkiyeyê zarokên me niha sond naxwinin, ma Tirkbûna wan kêm dibe? Êdî fêr bûne li ser netewperestiyê siyasetê bikin. Li şûna ku xwendekar her serê sibê li dibistanan sond bidin, bila şîr vexwin. Ji ber ku li vî welatî xizantiya  zarokan heye.”   ‘SEROKKOMAR NIHA DERKETIYE BÛYERA KAŞIKÇI VEDIBÊJE’   Temellî, destnîşan kir ku Serokkomar niha derketiye, bûyera Cemal Kaşikçi vedibêje û wiha rêz kir: “Di 2’yê Cotmehê de hemû kesan dizanîbû. Ev rewşa we ya di dîplomasiyê de dide xuya kirin. Berî her tiştî divê hûn bersiva pirsa gelo çima Kaşikçî li Tirkiyeyê kuştin hûn bidin. Bersiva vê pirsê, bêguman di rojhilatê Firatê de veşartiye, di Efrîn û Idlibê de vejartiye. Ji bo ku temenê desthilatdariya xwe dirêj bikin, şer ji rojevê dernaxin. Me bi hezaran zarokên xwe winda kir. Kesên besha şer dikin, zarokên me ji digirin. Êdî dem hatiye hemû malbat dayik ji bo zarokên xwe yên winda kirin bên gele heve. Ger em vê nekin emê nekarin şer bi dawî bikin û emê dîsan zarokên xwe winda bikin. Emê nekarin gorekê ji wan bikulin, emê nekarin biçin ser gorên wan û emê nekarin cenazeyên wan bibîn in. Divê em li dijî desthilatdariyê têkoşîna xwe ya aştiyê bi rêve bibin.    ‘WERIN EM TECRÎTA LI SER OCALAN BI DAWÎ BIKIN’   Temellî, behsa tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî kir û wiha bilêv kir: “Heya tecerîta li ser Ocalan bi dawî nebe, li vî welatî ne pêkane ku aştî pêş bikeve. Me ev rastî dît.  An hûnê li ser masê rûnin, an jî hûnê şer berdewam bikin. Divê hûn bi mûxataban re rûnin. Em amaden bibin navbeyn kar û piştgiriyê bidin. Werin em bi hevre vê tecrîtê bi dawî bidin.”   ‘NE QANÛN, QESIR PIRSGIRÊK E’   Temellî, daxuya kirin ku îro dê budçeya sala 2019’an bînin Meclîsê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev budçeya hîn zêdetir xizan kirinê ye. Îro pirsgirêka emekdaran di rojevê deye. Ez ji vir, ji wan re vê bibêjim; Ne ji ber temen, ji ber qesrê, ev pirsgirêka we çareser nabe. Budçeya qesrê 3 kat zêde bûye. Ev têr nabin û têra wan nake. Ji derveyî qesrê nikarin li cihek din razin. Weke tê zanîn berdêla jiyana qesrê pir girane. Dema em li budçeya qesrê mêze dikin, em vê yekê baş dibînin. Em dibin ne ji bo qesrê ji bo, emekdaran budçeyê diyar bikin.”