HDK: Ne erdhej, pergala rantê dikuje 2018-10-23 13:59:54   STENBOL – Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), bi boneya salvegera erdheja Wanê di peyama weşand de kesên jiyana xwe ji dest dayîn bibîr anî û got: “Ji ber polîtîkayên rantê, karesaetên mezin rû didin. Ji ber vê ne erdhej, pergala randê ya kapîtalîzmê dikuje.”   Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), bi boneya salvegera erdheja Wanê ya di 23’ê Cotmeha 2011’an de pêk hat û di erdhejê de 604 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes birîndar bû de, daxuyaniyek nivîskî weşand. HDK’ê di peyama da de kesên di karesatê de jiyana xwe ji dest dayîn bibîr anîn û ev tişt gotin: “Berî erdheja Wanê, erdheja Marmara di 17’ê Tabaxa 1999’an de pêk hat. Ligel vê jî, dersên pêwîst ji vê erdhejê nehatin derxistin. Ger tedbîr bihatan girtin erdheja li Wanê rû ne dida.  Di vê demê de mirovên malên wan hilweşiyan, necar man ku koç bikin. Pergala rantê ya heyî ji jiyana mirovan bi nirxtire. Bi polîtîkayên liber ên nû yên kapîtalîzmê dixwazin bajaran biguherin. Dixwazin hemû qadên civak û gelan tune bikin. Ji bo çand, dîrok û nirxên xwezayê ji holê rabikin û dengeya ekolojiyê ser û bin bikin, her tiştî dikin.”   HDK’ê di dawiya peyama xwe de wiha got: “Ji ber polîtîkayên rantê, karesaetên mezin rû didin. Ji ber vê ne erdhej, pergala randê ya kapîtalîzmê dikuje. Em ê li dijî polîtîkayên rantê tekoşîna xwe berdewam bikin. Li dijî vê têkoşîn dayîn erka me hemûyane.”