Pevçûn li çoltera Kerboranê derket: 2 leşker birîndar bûn 2018-10-23 13:15:05 MÊRDÎN - Li heremê operasyon lê hat destpêkirin a çoltera Kerboranê pevçûn derket, yek jê giran 2 leşker birîndar bûn.  Li çoltera gundê Yanilmaz a navçeya Kerborana Mêrdînê, bi tevlîbûna gelek leşkeran operasyon hat lidarxistin. Li herêma operasyonê pevçûn derket. Li gorî agahiyên dest pê kê,  di pevçûnê de 2 leşker birîndar bûn. Leşkerên birîndar bi helîkopterê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê. Hat diyar kirin ku ji her du leşkeran rewşa leşkerekê girane.     Hat destnîşan kirin ku li herêmê operasyon û pevçûn berdewam dikin.