Daxuyaniya Bahçelî ya ‘tifaq bi dawî bû’ dolar bilind kir 2018-10-23 12:39:35 NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî daxuyaniya Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî, ya “Tifaqa bi AKP’ê  re bi dawî bû” dolar bilind bû û 5.85 TL derbas kir.  Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî, di civîna koma xwe de diyar kir ku tifaqa wan a bi AKP’ê re bi dawî bûye. Piştî vê daxuyaniya Bahçelî dolar bilind bû.    Di hefteya derbas bûyî de dolar ketibû bin 5.52 TL’an, lê piştî daxuyaniya Bahçelî çarek din  dolar bikind biû. Bahçelî di, civîna koma partiya xwe de axivî û got: “Weke partî êdî ji bo tîfaqa rêveberiyên hilbijartinê tu lêgerîna wan nemaye. Emê tu carî dest ji pêşniyara afû ya AKP li dij derdikeve bernedin. Ji vir û şûn de tu lêgerînên me yên tifaqa hilbijartina herêmî tuneye.”   Piştî vê daxuyaniya Bahçelî dolar bilind bû û derket asta 5.85 TL.