Serlêdana parêzeran a 757’an hat redkirin 2018-10-23 12:03:01   STENBOL - Serlêdana parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji bo biçin hevdîtina mûwekîlên xwe cara 757’emîn hat redkirin.   Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Cengîz Yureklî, Mazlûm Dînç û Fuat Çoşacak ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevditin bikin cara 757’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, lê serlêdana parêzeran bi lez û bez hat redkirin.      Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve bi hincetên ‘rewşa xirab a hewayê’, ‘Keştî xirabe ye’ û ‘OHAL’ serlêdanên parêzeran red dike.