7 salê erdheja Wanê derbas bû: Hêj êşa erdhejê didome 2018-10-23 11:16:44   WAN – Di erdeheja ewil a Wanê de 604 kes jiyana xwe ji dest dabûn û bi sedan kes birîndar bibûn. Bi ser erdhejê re 7 sal derbas bû. Tevî hemû bangan jî bajêr wek herêma karesat nehatibû îlankirin. 9 malbat hêj di konteyniranda dimînin. Piştî erdhejê bajêr veguherandibûn qada rantê.   Di 23’ê Cotmeha 2011’an de li Wanê erhej rû dabû û 604 kes jiyana xwe ji dest dabû û bi sedan kes birîndar bibû. Bi ser vê karesatê re 7 sal derbas bû lê hêjayî gotinê ye hêj birîn nehatine dermankirin. Di Erdehja 23’ê cotmehê de herî zêde navçeya Erdîşê ya Wanê hatibû rûxandin. Bi sedan avahî li Erdîşê hilweşiyabûn û bi hezaran avahî xesar dîtibûn. Navçeya ku hatibû rûxandin pişt3i 24 saetan alîkarî gihîştê. Bi hezaran kesên mexdûr bûn neçar man di bin konên havînê yên dewletê da wan de zivistana dijwar a serhedê derbas bikin.    BAJÊR ‘HERÊMA KARESATÊ’ NEHAT ÎLANKIRIN    Alîkariya ewil şaredariyên wê demê yên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) hat şandin. Ji ber dereng hat mudaxelekirin gelek kes jî di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dan û hin kes jî bi rojan li benda rizgarkirinê man. Bi boneya alîkariya gel nehat kirin bi hezaran kes neçar ma koçberî bajarên din bibe. Tevî hemû bangên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl jî Wan û Erdîş wek “herêma karesat” nehat îlankirin. Serokwezîrê demê Recep Tayyîp Erdogan digot “Em van bajaran wek herêma karesatê îlan bikin, em dizanin pereyên werin vir dê bikevin berîka kê hûn texmîn dikin?” û hemû daxwazan red kir. Piştî erdhejê bajêr veguherî qada rantê. TOKÎ’yê bi erzanî erseyên xelkê kirî bi du sê qatî firot gel. Bi çêkirina malên ji aliyê TOKÎ’yê ve gelek alîgirên AKP’ê dewlemend bûn.     MEXDÛR HÊJ DI KONTEYNIRAN DE NE    Tevî ku 7 sal bi ser erdhejê re derbas bû jî hêj gelek malbat di konteyniran de dijîn û bi salan e pirsgirêka malbata ya mayînê nehatiye çareserkirin. Malbat li konteynirê li Taxa Emînpaşa ya girêdayî navçeya Artemêtanê dimînin. 9 malbatên di konteyniran de xwestin pirsgirêka wan bê çareserkirin. Gulten Turgut a bi 3 zarokên xwe re di kontyenirê de dimîne diyar kir ku heta roja îro gelek rayedar çûne gel wan her çiqas gotine ku dê pirsgirêka wan çareser bikin jî lê hêj çareser nebûye û got: “Cihek em pê de biçin nîne. Mala me tune ye. Em mexdûr in. Tu kes alîkariya me nake. Rayedar dibêjin me kesî mexdûr nekiriye, lê bes em mexdûr bûne. Em çareseriyê dixwazin.”    'ÊŞA ERDHEJÊ DIDOME’    Adilşah Demîrhan a bi zarokên xwe re di konteynirê de dimîne jî anî ziman ku dema erdhej çêbû mala wan a li Taxa Yenîşehîrê xera bû û got: “Ev 7 sal e em di van konteyniran de dijîn. 4 zarokên min hene. Bavê wan jiyana xwe ji dest da. Gotin ku wê mal bidin me, lê mal nedan me. Tekane daxwaza me ew e ku malek me çêbe. Êşa erdhejê hêj li ba me didome.”    MA / Mujdat Can