‘Me malê tu kesî xesp nekiriye’ 2018-10-23 09:57:45 ŞIRNEX – Endamê Meclîsa Şaredariya Silopî ya DBP’ê Husnu Kaplan bersiv da îdiayên qeyûmê Şaredariya Silopî ya der barê firotina erseyên şaredariyê ji bo rêveberên AKP’ê ku di daxuyaniya xwe de kiribû û got: “Me malê tu kesî xesp nekiriye. Heke wisa bibûya dê mifetîşan derxistina holê. We bi kîjan endamê melcîsê re vê biryarê girt.”  Ajansa Mezopotamya (MA) belgeyên firotina erseyên Şaredariya Silopî ya ji aliyê qeyûm ve derxistibû holê ku hemû erse firotine rêveber û alîgirên AKP’ê. Erseyên herî bi qîmet bi erzanî hat firotin. Têkildarî nûçeyên MA’yê şaredariyê du roj şûn ve daxuyanî da. Şaredariyê nûçeyê pişt rast kir lê bes di daxuyaniyê de parastina “mexduriyetê” kir û xwest rêveberiya beriya qeyûmê sûcdar bike.    'ME MALÊ KESÎ XESP NEKIRIYE’    Endamê Meclîsa Şaredariya Silopî ya DBP’ê Husnu Kaplan bersiv da daxuyaniya qeyûm û got: “Me malê tu xesp nekiriye. Erseyên behsa wê tê kirin milkê cemaweriyê ye. Şaredarî dikare van erseyan ji bo dibistan, mizgeft, rê û parkê bikar bîne. Li ser erseyan dema îmar tê çêkirin jî ji sedî 30 û 40 ji şaredariyê re dimîne. Li her cihê şaredarî lê hene jî ev rewş heye.”    'WÊ MUFETÎŞAN DERXISTA HOLÊ’    Kaplan anî ziman ku heke desteserkirina malê welatiyan bibûya mijara gotinê dê mufetîşên Wezareta Karê Hundir ên di 2015’an de hatin şandin dê derbixistina holê û got: “Şaredariya me karê û barên herî paqij dikir. Di serdema me de nelirêtî çênebû.”     'BI KÎJAN MECLÎSA ŞAREDARIYÊ RE BIRYAR GIRTIN E’    Kaplan li ser îdiaya “meclîsa şaredariyê biryara firotinê da” jî rawestiya û wiha got: “Piştî qeyûm tayînkirin me piyê xwe neavêt şaredariyê. Bi giştî 25 endamên meclîsê hebûn. Dido ji van endamên AKP’ê bûn. Yek jê îstîfa kiribû, yek jê jî nedihat şaredariyê. Piştî qeyûm tayîn kirin ne em çûn şaredariyê û ne jî wan bangî me kir. Ji bo firotina erseyan divê biryara meclîsa şaredariyê hebûya. Lê bi kîjan meclîsa şaredariyê re vê biryarê girtin e.”      'NE PÊKAN E BI WÊ FIYETÊ BÊ FIROTIN’    Kaplan da zanîn ku divê ev hemû bên lêkolînkirin û got: “Dema em îro li kîjan piyasayê lêkolîn bikin jî, ne pêkan e ew erse bi wê fiyatê bên firotin.”