HDP hewl dide li herêmê îtifaqa kurd, li rojavayê jî Eniya Demokrasiyê çêbike 2018-10-23 09:19:38 AMED – HDP'ê ku li Amedê dest bi xebatên hilbijartinê kir, niha hewl dide serketina 24'ê Hezîranê di hilbijartina herêmî de jî bi dest bixe. Di vê çarçoveyê de HDP hewl dide li herêmê îtifaqa kurd û li rojavayê welat jî "Eniya Demokrasiyê" çêbike.  HDP'ê ji niha ve li dest bi xebatên hilbijartina herêmî kir ku dê di 30'yê Adara 2019'an de pêk bê. HDP ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê de bi serketina xwe nehişt AKP bi tena serê xwe bibe îktîdar, di 24'ê Hezîranê de jî tevî hemû astengiyan bend derbas kir û 67 parlementer şandin Meclîsê. Niha jî HDP, hewl dide di hilbijartinên herêmî de jî bi heman serketinê koalîsyona AKP-MHP'ê têk bibe û îktîdara wan sînordar bike.    Di vê çarçoveyê de li Amedê di 20'ê Cotmehê de civînek çêbû û di vê civînê de tevî hemû pêkhateyên xwe HDP'ê, tecrûbe û cerîbên 20 salan ên di warê rêveberiyên herêmî de nîqaş kirin. Armanca HDP'ê ew e ku di vê hilbijartina herêmî de ew serketina 3 hilbijartinên giştî yên dawî bi dest bixe û hejmara şaredariyên xwe zêdetir bike.    HDP, ji bo di vî warî de bi ser bikeve ji bo yekîtî û tifaqê di nav hewldana de ye û bi taybetî jî hewl dide li herêmê îtifaqa kurd pêk bîne. Ji bo vê jî ewilî bi nûnerên partiyên siyasî re, çend roj berê civiya û ev yek hat nîqaşkirin.    Li herêmê armanca HDP'ê ew e ku îtifaqa kurd pêk bîne û li rojavayê welat jî li hemberî îtifaqa AKP-MHP'ê "Eniya Demokrasiyê" pêk bîne.    HDP, bi potanisyela xwe ya dengan bi taybetî li Stenbol, Îzmîr, Enqere û Edene xwedî roleke ku dikare darbeyekê li îtifaqa AKP-MHP'ê bixe. HDP, hewl dide serketina xwe ya li herêmê, li ser asasên demokratîk li rojavayê welat jî pêk bîne û ji bo vê jî di nav liv û tevgerîn pêkanîna "Eniya Demokrasiyê" de ye.