Li Îzmîrê di mehekê de sîxurtî li 10 kesan hat ferzkirin 2018-10-23 09:19:04 ÎZMÎR – Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Ahmet Çîçek, diyar kir ku di mehekê de ji kesên hatine binçavkirin 10 jê sîxurtî li wan hatiye ferzkirin û ji bo vê serî ki wan dane. Her wiha Çîçek got, di 10 mehên dawî de jî ji bo heman tiştî 17 kesan serî li wan daye.  Li Herêma Egeyê, di demên dawî de kesên xwe wekî polîsan didin naskirin, sîxurtiyê li kesan ferz dikin. Herî dawî di 5'Ê Cotmehê de li navçeya Torbaliyê polîsan Yîgît Uste binçav kiribû û ew biribûn daristanekê 6 saetan ew îşkencekiribûn. Rêveberê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê Ahmet Çîçek, diyar kir ku di mehekê de 10 kesan ji bo vê rewşê serî li wan daye. Her wiha Çîçek got, di 10 mehên dawî de jî ji bo heman tiştî 17 kesan serî li wan daye.    ‘NETIRSIN SERÎ LI ME BIDIN'    Çîçek, bal kişand ser van binçavkirina û bilêv kir ku, li bajêr herî zêde endamên HDP'ê bi çewisandinên dijwar re rû bi rû dimînin. Çîçek, anî ziman ku ev binçavkirin bi awayekî kêfî tên kirin û got: "Kesên sîxurtî li wan tên ferzkirin, çi hatibe serê wan ji me re dibêjin. Kesên tên binçavkirin dibêjin wan dibin odeyek cuda û ji wan re dibêjin 'Em dewlet in. Ger tu bi me re bixebitî, tu yê rihet bijî. Derdora ku zirarê bide te derdora te ya civakî ye. Xwe dûrî van kesan bike. Em ê di warê aborî de alîkariya te bikin.' Ji meha Çileyê heta niha 17 kesan û di meha dawî de jî 10 kesan ji bo vê serî li me daye. Kesên tên binçavkirin diyar dikin ku di bin çavan de sîxurtî jî li wan tê ferzkirin. Lê ev kes serî li wan nadin, çimkî ditirsin. Em bang li wan dikin, serî li me bidin."    ‘PIRANIYA WAN CIWANÊN KURD IN'    Çîçekî diyar kir ku ev ferzkirin piranî li ciwanên kurd tê kirin û got: "Ev yek bi piranî bi rêya telefonan tê kirin. Ew hejmarên telefonan hin jê li cem me hene. Telefon dikin û ji wan re dibêjin 'em çayekê vexwin.' Kesên telefon dikin dibêjin 'Em hevalê te ne, ma ê ji çayvexwarinê çi derkeve. Em dizanint u kî yî. Em hay ji jiyana te ya taybet hene. Ger di malbatê de kesên enxweş hebin em dikarin alîkariyê bikin.' Kesên bi van pêkanînan re rû bi rû dimînin û vê yekê qebûl nakin, pir tên enrihetkirin. Mirov ditirsin. Em dizanin ji ber vê derûniya gelek mirovan jî xirab dibe. Hîseke ku ew tim tên şopandin li van mirovan peyda dibe. Dema ev mirov serî li me didin, em jî ji emniyet û walîtiyê re dinivîsînin." Çîçek, diyar kir ku heta niha bersiva nivîsên wan nehatiye an jî ji wan re tê gotin "me tespîta we girt. Em vê bûyerê dişopînin. Ger bivê dê lêpirsîn bê destpêkirin" û got: "Lê ji bilî vê tu bersiv nayê dayîn."    ‘DEV JI VAN PÊKANÎNAN BERDIN'    Çîçek, diyar kir ku piştî nivîsên ew ji emniyet û walîtiyê re dişînin, kesên ku sîxurtiyê ferz dikin bi rêya telefonê li wan kesan digerin û ji wan re dibêjin "Çima te serî li ÎHD'ê daye? Çima te gilî kiriye?" Çîçek destnîşan kir ku divê demildest dev ji van pêkanînan bê berdan û got: "Divê dewlet bi van pêkanînan bi tu awayî mudaxileyî jiyana şexsî ya mirovan neke."    MA / Ruken Demir