'Divê jin ji xwe re qadên îstihdamê biafirînin' 2018-10-23 09:18:17 STENBOL - Tûgba Kuzdere ku bi desteka Platforma Jinê ya Aryayê fîrmaya xwe ava kir, diyar kir ku di warê îstihdamê de ew xebata bi jina re esas digire û got: "Destekkirina jinê girîng e. Divê jin ji bo xwe qadên îstihdamê biafirînin."  Platforma Jinê ya Aryayê ku ji bo di warê kar û xebatê de destekê bide jinan tev digere, destek da Tûgba Kuzdere Yorgancioglû û Yorgancioglû markeya xwe çêkir. Yorgancioglû û markeya bi navê "Tûkûtûkûm (Tugba'nin Turkusu)" çêkir.    'PLATFORMÊ ALÎKARIYA MIN KIR'    Yorgancioglû, anî ziman ku ew li Îtalyayê di fîrmayên cuda de xebitye û wexta vegeriyaye Tirkiyeyê di hin fîrmayên din de jî xebitiye û got: "Tûkûtûkûm, pêşî wekî sêwirîneke nûjen dest pê kir, paşê koleksiyona plajî û hin tiştên din jî lê hatin zêdekirin. Di sala 2016'an de jî ji bo veberhênanê Platforma Jinê ya Aryayê alîkariya min kir. Niha di sektorên cuda de 4 hevkarên min ên jin hene. Em li mexazeyên navdar ên Tirkiyeyê ne û her wiha em îxracatê jî dikin."    ‘BI JINAN RE DIXEBITIM'    Yorgancioglû, diyar kir ku berên hevrişîmî ji aliyê jinên kedkarên malê ên Afyonê tên çêkirin û ew bi jinan re dixebite. Yorgancioglû got: "Wisa difikirim ku ez ciyawaziyeke pozîtîf dikim. Bi rastî jî dema mirov li daneyên heyî û şert û şirûtên jiyanê dinihêre, di qada xebatê de jin pir tune ne. Bi taybetî jî ji bo jinan muteşebîsî zehmet e. Gelek sedemên vê hene. Loma ez bi jinan re dixebitim."    DIVÊ JIN QADÊN ÎSTIHDAMÊ BIAFIRÎNIN    Yorgancioglû, ji ber rolên cinsî yên civakiyî divê di qada xebatê de jin û mêr ji hev ne cuda bin û got: "Çimkî daneyên serketinê tên pîvandin û ya girîng ew e ku kes li gor potansiyela xwe dikare çi bike. Loma divê ciyawazî tune be. Lê wexta meriv li daneyan dinere, mixabin jin û mêrên heman karî dikin meaşên wan ne wekhev e. Meaşên jinan kêmtir e. Çima? Loma wisa difikirim ku destekkirina jinê girîng e. Divê jin jî serî netewînin û bitêkoşin. Çi li mal û çi li derve ev ne girîng e, divê jin ji bo xwe qada îstihdamê biafirînin. Ev di heman demê de tê wateya azadiya aborî."    Yorgancioglû, diyar kir ku divê li Tirkiyeyê platformên wekî Platforma Jinê ya Aryayê zêde bibin.    MA / Necla Demir