3 sal in Gever di nav toz û heriyê de ye! 2018-10-23 09:17:24 COLEMÊRG - Li Geverê, nêzî 3 sal in rê nehatine çêkirin. Ji ber vê welatî di nav toz û heriyê de dimînin. Welatiyan got: "Yên herî û tozê layiqî me dibînin, e, em di sindoqê de heman tiştî bidin wan."  Qeyûmê tayînî Şaredariay Gevera Colemêrgê hatiye kirin, nêzî 3 sal in navçe mehkûmî toz û heriyê kiriye. Welatiyan destnîşan kir ku ji ber vê wan îmze kom kirine lê belê rayedarên şaredariyê bi wan re hevdîtin çênekiriye.    Welatiyê bi navê Mehmet Dalkiliç, bilêv kir ku di dema şaredariya DBP'î de hemû rê hatibûn çêkirin, lê belê piştî qeyûm hat tayînkirin kuçe û kolaneke saxlem jî nemaye. Dalkiliç got: "Bi vê yekê gel ceza dikin. Qeyûm bi feraseta 'Jixwe ev kurd in, tiştek nabe. Di nav herî û xizaniyê de bijîn jî tişt nabe' nêzî me dibin. Lê piştî demek din dê werin doza dengan li me bikin. Wan çi dabe me, em ê jî heman tiştî bidin wan. Wan toz û herî layiqî me dît, em ê jî di sindoqê de heman tiştî bidin wan. Bila kes ranebe û vîna gel ceza neke."    TOZ Û HERΠ   Esnaf Ridvan Acar jî anî ziman ku nêzî 3 sal in ew di nav toz û heriyê de ne û got: "Li rojavayê Tirkiyeyê tiştekî wisa hebûna, dê demildest çêbikirana. Lê belê li van deran ji bilî toz û heriyê tiştekî layiq nabînin. Ji ber tozê havînan nexweşxane tije dibin. Niha jî herî heye. Li cihekî ku vîna gel neyê naskirin, helbet dê bersiva vê yekê bê dayîn."    JI BO HER TIŞTÎ PERE HEYE, LÊ JI BO GEL TUNE YE!    Nîhat Şedal ku li Qada Azadiyê pêlavan boyax dike, diyar kir ku zêdetirî 2 sal in ji ber toz û heriyê nikare tu karî bike û got: "Ji ber tim toz û herî heye, mirov pêlavên xwe boyax nakin. Rojê herî zêde ancax 2 pêlavan boyax dikim. Tenê ne ya min, rewşa esnafên din jî wiha ye. Ji ber toz û heriyê em nikarin tu karî bikin. Devereke din bûna dê bihatana çareserkirin. Lê van deran em makîneyên kar nabînin. Ji bo her tiştî perê wan heye, lê ji bo gel tune ye."    'BILA ÊN ME EW HILBIJARTINA XIZMETA ME BIKIN'    Esnaf Tûrgay Cankûrtaran jî got: "Her hefte ji ber van rêyan em wesayîtên xwe dibin sanayiyê. Ji bo ev pirsgirêkê bên çareserkirin divê hilbijartin çêbibe. Em kesên herî û tozê layiqî me dibînin û vîna me nas nakin naxwzin. Di vê hilbijartinê de bila kesên em wan bi îradeya xwe hilbijêrin xizmeta me bikin."    MA / Fethi Balaman