ROJEVA 23'YÊ COTMEHA 2018'AN 2018-10-23 09:00:20   * Endamê Meclîsa Şaredariya Silopî ya DBP’ê Husnu Kaplan bersiv da îdiayên qeyûmê Şaredariya Silopî ya der barê firotina erseyên şaredariyê ji bo rêveberên AKP’ê ku di daxuyaniya xwe de kiribû û got: “Me malê tu kesî xesp nekiriye. Heke wisa bibûya dê mifetîşan derxistina holê. We bi kîjan endamê melcîsê re vê biryarê girt.”    * Şanohezan diyar kir ku Yekemîn Mîhrîcana Şanoyê ya Wanê ji bo wan bû cihê kêfxweşiyê û xwestin çalakiyên bi vî rengî bidomin.    * Qeyûmê tayînî Şaredariya Mezin a Wanê hat kirin, "Otoparka Pirqatî" ku bi 7 milyonan hat çêkirin pêşî xwest bifiroşe, lê belê ji ber ku nehat firotin niha jî wê vediguherîne AVM'yê.    * Li Geverê, nêzî 3 sal in rê nehatine çêkirin. Ji ber vê welatî di nav toz û heriyê de dimînin. Welatiyan got: "Yên herî û tozê layiqî me dibînin, e, em di sindoqê de heman tiştî bidin wan."    * Tûgba Kuzdere ku bi desteka Platforma Jinê ya Aryayê fîrmaya xwe ava kir, diyar kir ku di warê îstihdamê de ew xebata bi jina re esas digire û got: "Destekkirina jinê girîng e. Divê jin ji bo xwe qadên îstihdamê biafirînin."    * Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Ahmet Çîçek, diyar kir ku di mehekê de ji kesên hatine binçavkirin 10 jê sîxurtî li wan hatiye ferzkirin û ji bo vê serî ki wan dane. Her wiha Çîçek got, di 10 mehên dawî de jî ji bo heman tiştî 17 kesan serî li wan daye.    * HDP'ê ku li Amedê dest bi xebatên hilbijartinê kir, niha hewl dide serketina 24'ê Hezîranê di hilbijartina herêmî de jî bi dest bixe. Di vê çarçoveyê de HDP hewl dide li herêmê îtifaqa kurd û li rojavayê welat jî "Eniya Demokrasiyê" çêbike.    * Endamên jin ên SES'ê, dê di navbera 27-28'ê Cotmehê de bi sernavê "KHK, Keda Jinê û Bêtemînatî" komcivînekê li dar bixin.    * Li gundê Salordek ê navçeya Pulumuriyeyê, stasyonên bazê yên hatine çêkirin hem zirarê didin mirovan hem jî xwezayê. Gundiyan destnîşan kir ku ew ê gilî bikin.    * Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan dê beşdarî merasîma cenazeyê dayika Şaredara berê ya Dersimê Edîbe Şahîn a ku niha girtî ye, Emîne Gundogan bibe. Dê merasîma cenaze li Cemxaneya Pîr Sultan Abdal a li Kadikoyê pêk bê. (12.00)    * Partiyên siyasî yên li Meclîsê dê komcivînên xwe yên heftane li dar bixin. * Doza 5’ê Hezîranê ya Amedê dê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Sîncanê bê dîtin. (14.00) * Platforma Piştevaniyê ya bi Karkerên Balafirgeha 3'yemîn re ji bo balê bikişîne ser cînayeta karkeran a li balafirgehê dê li ber Miduriyeta Giştî ya Saziya Kar û Xebatê ya li Topxaneyê daxuyaniya çapemeniyê li dar bixe. (12.30)   * Rêxistina HDP'a Wanê dê têkildarî salvegera erdheja Wanê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)   * Odeya Endezyarên Înşatê dê têkildarî salvegera erdheja Wanê daxuyaniya çapemeniyê li dar bixe. (13.00)   * E. A. yê tê gotin polîsan lê zext kirine û sîxûriyê lê ferz kirine û ji bo ji van zextan rizgar bibe dê li avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê civîna çapemeniyê pêk bîne. (13.00)