Di doza Safîturk de biryar hat dayîn 2018-10-22 17:03:05 MÊRDÎN - Di doza Qeymeqamê Dêrikê Muhammed Fatîh Safîturk ê di encama êrîşa bombayî de hat kuştin de, ji bo Şefê Karê Nivîsê yê Qeymeqam Şerîf Mesûtoglû 2 car muebeta giran û 18 sal cezayê girtîgehê hat dayîn. Derbarê bersûncên didin de biryara beraetê hat dayîn.  Danişîna 12’emîn doza derbarê, Qeymeqamê navçeya Dêrika Mêrdînê Muhammet Fatîh Safiturk ê ku weke qeyûm tayînî Şaredariya Dêrikê hatibû kirin û di 10’ê Mijdara 2016’an de di êrîşek bombeyî de jiyana xwe ji dest dabû hat dîtin. Darizandin li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin û biryar hat dayîn.     Şandeya dadgehê derbarê 6 jê girtî 15 kes dihatin darizandin de biryara xwe eşkere kir. Şandeya dadgehê, ji bo Şefê Karê Nivîsê yê Qeymeqam Şerîf Mesûtoglû 2 car muebeta giran û 18 sal cezayê girtîgehê birî. Dadgehê ji bo 14 bersûcên din jî,  biryara beraetê da.    Dadgehê di heman demê de ji bo Tahsîn Ertaş bi hinceta “Zirar dayîna malê çemawerî” salek û 10 meh, ji bo Fîkret Deniz jî bi sûçdariya “Li dijî Qanûna Çekê derketin” 5 sal cezayê girtîgehê birî.    Piştî biryara beraetê hat dayîn, malbatên kesên hatin beraetkirin ji keyfxweşiyan kêliyên hestiyar jiyan.