Di doza Qeymeqam Safîturk de, ji bo biryarê navber hat dayîn 2018-10-22 15:43:46   MÊRDÎN - Di danişîna doza derbarê kuştina Qeymeqamê Dêrikê Muhammed Fatîh Safîturk hat vekirin de, ji bo biryarê navber hat dayîn.    Danişîna 12’emîn doza derbarê, Qeymeqamê navçeya Dêrika Mêrdînê Muhammet Fatîh Safiturk ê ku weke qeyûm tayînî Şaredariya Dêrikê hatibû kirin û di 10’ê Mijdara 2016’an de di êrîşek bombeyî de jiyana xwe ji dest dabû hat dîtin. Darizandina li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat destpêkirin, berdewm dike. Di dozê de 6 jê girtî 15 kes tên darizandin. Sozgerê dozê, di danişîna çûyî de mutaleya xwe dabû.       Di mutaleyê de dozger xwestibû Saime Ateş Şerifoglu, Mehmet Ali Yazil, Huseyin Îzcî, Abdulkadir Deniz, Ahmet Denîz û Fikret Denîz beraet bikin. Dozger dîsa xwestibûn bersûc Tahsîn Erdaş, Vedat Erol, Mehmet Denîz, Devran Aslan, Fîkret Bagî û Şerîf Mansuroglu yên girtî tên darizandin û Nursel Eser, Ziynet Erdaş û Zuhal Dalçin ên derve de tên darizandin jî, 3 caran rastî cezayê muebeta giran bên.   Kesên girtî bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn û kesên dervede tên darizandin jî li salona danişînê amade bûn. Parêzer û malbatên aliyan danişîn şopandin. Hevjînê Qeymeqam Safîturk ji Sakarya bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû.    ÇAPEMENÎ NEGIRTIN HÛNDIR   Bi Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman re, qeymeqamên navçeyên Mêrdînê, li gorî rêza protokola Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê beşdarî danişînê bûn û bi hinceta “cih tuneye. Serokê Dadgehê naxwaze kes li ser lingan bimîn e” destûr nehat dayîn rojnameger beşdarî danişînê bibin. Di danişînên bûrî de hemû rojnameger beşdarî danişînê dibûn.    'KUJERÊN RAST DERVE DEN E'   Piştî danasîna nasnameyan, parêzeran bi nivîskî parastin kirin. Dûre pirsa dawî ji kesên tên darizandin hat kirin. Bersûcan, diyar kirin ku tu eleqeya wan bi bûyerê re nîne, derbarê wan de kumpas hatiye amadekirin, kujerên rastîn derve de digerin û bereata xwe xwestin.    Şandeya dadgehê dûre, ji bo biryarê bide, heya saet 16.00’an navber da danişînê.