Heyeta doza ‘JÎTEM’a Kerboranê’ dîsa guherî 2018-10-22 15:31:05   SEMSÛR – Di danişîna 13’emîn a “Doza JÎTEM’a Kerboranê” de dîsa heyeta dadgehê hat guhertin. Parêzer Erdal Kuzu got ji ber vê yekê ye wek serê derziyê di dozê de pêşketinek çênabe. Heyeta dadgehê girtina bersûcan red kir.    Danişînên “Doza JÎTEM’a Kerboranê” piştî li Midyad, Semsûr û Enqereyê hatin dîtin, danişîna sêyemîn a dosyeya dîsa şandin Semsûrê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Semsûrê hat dîtin. Bi giştî ev bû 13 danişîn tên dîtin. Di danişînê de carek din heyeta dadgehê hat guhertin. 4 car heyeta dadgehê û 3 car jî dozgerê danişînê guherîn. Parêzerê malbatên mexdûr Erdal Kuzu, malbat û ji bersûcan Sadik Çelîk li salona danişînê amade bûn. Ji bersûcan Haydar Topçam û Faruk Çatak jî ji Dadgeha Enqereyê bi rêya dîmen beşdarî danişînê bûn. Bersûcên din ji ber mazerete beşdar nebûn.    XWESTIN BERSÛC BÊN CEZAKIRIN    Danişînê bi tespîta nasmaya bersûcan dest pê kir. Pişt re nivîsa guhertina heyetê hat xwendin. Heyeta nû girtekên heyetên berê yên danişînê hatin xwendin. Piştî xwendina girtekan ji malbatên mexdûr Abdulazîz Altinkaynak, Mehmet Coşkun, Abdulkerîm Kaya, Osman Seyhan û Ahmet Akyol mafê axaftinê wergirtin û xwestin hemû kesê tevlî bûyerê bûne bên cezakirin û giliyê wan kirin.    'JI BER PIŞTGUHKIRINÊ TU PÊŞKETIN ÇÊNABE’    Pişt re ji parêzerên dozê Eerdal Kuzu axivî û got: “Ji ber ku bênavber heyeta dadgehê tê guherandin, wek serê derziyê di dosyeyê de pêşketin çênabe. Li delîlan nayê guhdarkirin. Hat xwestin beriya danişînê mehekê li şahidan bê guhdarkirin. Lê bes ji sala 2014’an vir ve tu pêşketinek di dosyeyê de çênebûye. Ez ne bawerim ku darizandinek adilane pêk tê. Ji ber vê piştguhkirinê em ne bawerin tu pêşketin jî di darizandinê de çê bibe.”    Piştî îfadeya bersûcan heyeta dadgehê xwest carek din ji nû ve bersûc û şahid îfade bidin. Heyetê daxwaza malbat û parêzer a girtina bersûcan red kir û danişînek din taloqî 6’ê sibata 2019’an kir.