ÎHD: Divê Sonda Xwendekaran paşve neyê anîn 2018-10-22 15:18:37   ENQERE - Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), darbarê biryara paşve anîna Sonda Xwendekaran a Şureya Dewletê de daxuyanî da û got: “Daraza li Tirkiyeyê, ne li gorî hiqûqa mafê mirovan, li gorî bîrdozî û ajoyên cuda, biryarê dide. Divê metna Sondê carek din paşve neyê anîn.”    Navenda Giştî ya Komelaya Mafê Mirovan (ÎHD), derbarê biryara paşve anîna “Sonda xwendekaran” a Daîreya 8’emîn a Şureya Dewletê de daxuyaniyek nivîskî weşand.    Di daxuyaniya nivîskî ya ÎHD’ê de wiha hat gotin: “Li Tirkiyeyê, di 2013’an de, bi pêvajoya aştî û çareseriyê re pêngavên demokratîk hatin avêtin. Gelek pêkanînên pişavtinê hatin rakirin. Yek ji van jî metna binavê ‘Sonda me’ bû. Ev metn jî di vê pêvajoyê de hatibû rakirin. Di naveroka Sond Xwendekaran de nijatperestî û milîtarîst heye. Ji bo biryara paşve anîna Sonda Xwendekaran a Şureya Dewletê, tenê ev gotin tê gotin daraza li Tirkiyeyê, ne li gorî hiqûqa mafê mirovan, li gorî bîrdozî û ajoyên cuda, biryarê dide. Divê metna Sondê carek din paşve neyê anîn.”