Bûyerek din a revandinê: Li HDP’ê çi dibêjin ji me re bêje, dê kes têlilî te nebe! 2018-10-22 14:53:47   STENBOL - Ciwanê binavê Hamza Agirman, diyar kir ku li Îskeleya Uskudarê, kesên xwe weke polîs dan naskirin ew revandin û got: “Ez birim qadek daristan. Ji min re gotin “Li HDP’ê çi dibe ji me re bêje, wê demê dê kes têlilî te nebe. Sîxurtî ferzî min kirin, ji ber ku min qebûl nekir ez derp kirim.”   Li Stenbolê, ciwanê binavê Hamza Agirman, diyar kir  ku li îskeleya Uskudarê di 5’ê Cotmehê de, hin kesên xwe weke polîs nîşan dan, ew revandin. Agirman, anî ziman ku kesên ew revandin, sîxurî ferzî wî kirin, lê ji ber ku qebûl nekir hat derpkirin. Agirman, têkildarî bûyerê serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê da û di civîna çapemeniyê de bûyera bi serê wî de hat vegot. Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Parêzer Gulseren Yolerî û Parlamentera HDP’a Stenbolê Zuleyha Gulum jî beşdarî civîna çapmeniyê bûn    ‘FIKARÊN EM ZÊDETIR DIBIN’   Seroka Şaxa ÎHD’ê Prz. Gulseren Yolerî, di civînê de axivî û wiha got: “Di pêvajoya dawî de, bûyerên revandinê yên polîsan zêde bûne. Yolerî, anî ziman ku bi taybetî ciwan tên revandin û wiha bilêv kir: “Ciwanên tên revandin rastî gefan tên û sîxurtî li ser wan tê ferzkirin. Bi revandiran, dê windakirin jî dest pê bikin. Divê demildest bûyerên revandinê bi dawî bibin. Ji ber revandinan fikarên me zêdetir dibin. Ji bo bûyerên wiha em serlêdanên sûc dikin. Lê dozger dest bi lêpirsînan nakin.”   'PEYAM ŞANDIN'   Ciwanê binavê Hamza Agirman, piştî Yolarî, bûyera bi serê wî hatî vegot û wiha axivî: “Di 5’ê Cotmehê saet 17.00’an de ji bo biçim Beşîktaşê hatim Îskeleya Uskudarê. Hin kes hatin gel min û gotin polîsin. Nasnameya min ji min xwestin. Dûre bi zorê, ez li wesayîtek sivîl siwar kirim.”   Agirman tiştên jiyan wiha vegot: “Min xwest li parêzerên xwe bigerim, lê destûr nedan. Telefona min ji min girtin. Dûre ez di reyek teng re birim qadeke daristanê. Li wê derê gef li min xwarin. Ji min re gotin ‘Ger tu biçî HDP’ê dê ji bo te ne baş be.’ Xwestin min derp bikin. Min jî bersiva da wan. Derdûrê kafe hebûn. Dûre rawestiyan. Pêşniyara sîxurtiyê ji bo min kirin. Gotin ‘me gef li hevalên te yên din jî xwariye. Li avahiya HDP’ê çi dibe, ji me re bêje, wê demê dê kes têkilî te nebe. Tu kesekê ku hatî hilbijartine. Ji ber vê me tu nebirî Midûriyeta Polîsan.’ Ji ber ku min sîxurtî qebûl nekir, ez derp kirim û ji wesayîtê avêtim. 2 roj şûn de li min geriyan. Dema min telefon vekir, j imin re got ‘Ez Cahîtê wê rojê min tu biriy e.’ Li ser vê min telefon girt. 9-10 caran li min geriya, lê min venekir. Dûre peyam ji min re şand û di peyamê de gotin ‘Bersiv nedayîna te ya telefonê, ji bo me ne astenge ku em xwe bigihînin te.’” Agirman, da zanîn ku piştî wî serî li ÎHD’ê da û şûn de polîs carek din li wî negeriyan e.    'DIXWAZIN CIVAKÊ TESLÎM BIGIRIN'   Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum jî, destnîşan kir ku hêzên dewletê bi zextan, hewl didin mirovan bikin sîxur  û wiha axivî: “Dixwazin civakê teslîm bigirin û bêdeng bikin. Ji ber vê berî her tiştî ciwanan dikin hedef."    Gulum, bang li hemû kesan kir ku di rewşên wiha de serî li ÎHD û HDP’ê bidin.