Li Şirnexê teqîn: 2 kes birîndar bûn 2017-10-25 19:46:11 ŞIRNEX – Li Taxa Dîcle ya Şirnexê, di dema xebatên avahiyên TOKÎ’yê de teqînek çê bû. 2 kes birîndar bûn. Li Taxa Dîcle ya Şirnexê, dema kemçeyan ji bo înşetên TOKÎ’yê erd dikolandin teqînek çê bû. Di teqînê de tevî operatorê kemçeyê 2 kes birîndar bûn. Kesên birîndar rakirin nexweşxaneyê.