Di kontrola rêya Nisêbînê de bi metreyan wesayet hatin rawestandin 2018-10-22 13:45:29   MÊRDÎN - Di kontrola ketina navçeya Nisêbînê de, bi hinceta “Îxbar heye” nêzî 8 kîlomete re wesayetî di rêde hatin rawestandin. Kesên bi otobusan ji bajarên cuda hatin, neçar man ku bi meşin û xwe bigihînin bajêr.     Piştî qedexeyên derketina derve ya li navçeya Nisêbîna Mêrdîne, zorî û zehmetiyên kontrola rê ya ketin û derketina  bajêr bi dawî nabin. Di saetên serê sibê de, bi hinceta “Îxbar heye, dê lêgerîna hûr û kûr bê kirin” bi sedam wesayît di kontrola ketina bajêr de hatin rawestandin. Ji ber lêgerînê, li ser rêbejahiya Nisêbîna Mêrdînê, nêzî 8 kîlometre wesayîn hatin rawestandin.   Ji ber lêgerîna zêde, kesên bi otobusan ji bajarên cuda hatibûn, neçar man ku bi meşin û xwe bigihîn in bajêr.