Îfade dana der barê bûyera Kaşikçi de didome 2018-10-22 12:22:29   STENBOL – Têkildarî kuştina Cemal Kaşikçi 5 kesên li Sefaretxaneyê dixebitin ji bo îfade danê derxistin dadgehê.    Lêpirsîna der barê rojnameger Cemal Kaşikçi yê Seûdî ku di 2’ê cotmehê de çûbû Sefaretxaneya Erebistana Seûdî ya li Stenbolê carek din agahî jê nehat girtin didome. Di çarçoveya lêpirsînê de 5 xebatkarên Sefaretxaneyê ji bo îfade danê derxistin Dadgeha Çaglayana Stenbolê.    Di rojên derbasbûyî de 20 xebatkarên sefaretxaneyê bi sûreta şahidin îfade dabûn dadgehê.    Serdozgeriya Komarê ragihandibû der barê lêpirsîna Kaşikçi de dê 45 kes îfade bidin.