Li Idlîbê lîstûk ji nû ve tê lîstîn: Çav vegeriyan ser civîna Stenbolê 2018-10-22 11:47:54   IDLÎB – Li Idlîbê, lîstûk ji nû ve tê tîstin. Hêzên DYA û Ewropayê jî beşdarî lîstikê bûn. Wisan xuya dike ku Îran ji derveyî lîstûkê tê hiştin û hemû çav vegeriyan ser maseya li Stenbolê bê danîn.     Şerê navxeyî yê Sûriyeyê, li Idlîbê bûre hişke girê.  Peymana “Bêçekirina herêmê” ya dinavbera Rûsya û Tirkiyeyê pêk hat, di 15’ê Cotmehê de nehat  bi cih anîn. Li gorî peymanê hêzên Heyet Tarîr El Şam (HTŞ) diviya bû, hêzên xwe vekişînin 15 kîlometre dûrî rêya Lazkiya Helebê. Lê HTŞ  paşve venekişiya û bang xwe ya cîhatê nû kir. Tirkiyeyê, ji bo sererastkirina pêvajoyê hevdîtin bi Rûsyayê re kir. Di vê pêvajoya de hewl hat dayîn ku Îran ji dewrê bê derxistin. Rûsya jî hewl dide, herêmên dibin dagirkeriya komên selefe û Tirkiyeyê de, bixwe bin bandora xwe. Di vê navberê de hêsên DYA û NATO daxilî gengeşiya Idlîbê bûn. Hat destnîşan kirin ku ev pêvajo dibe ku dirêjtir bike. Di vê çarçoveyê de, li bendêye ku Rûsya, Tirkiye, Fransa û Elmanya di 27’ê Cotmehê de li Stenbolê li ser heman maseyê rûnin.   TSK’Ê JI BO HTŞ ÇEK ŞANDIN!   Herêma tê plankirin ku bê biçekirin, ji Heleb, Hama, Lazkliye û Idlîb bigirin, heya rêbejaya Şamê ya navendî diçe. Ev herêm dibin dagirkeriya hevkarê Tirkiyeyê HTŞ’ê deye. Li gorî peymanê, diviya bû komên selfî û HTŞ çekên giran ji herêmê derbixin. Lê berevajî di hefteyên dawî de sewqiyeta çekan ji bo herêmê hat kirin. Hat îdîakirin ku Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) ê bi xwe ji van koman re çek şandin da ku çeperên xwe bi hêztir bikin. Hat destnîşan kirin ku sewqiyeta çekan di deriyên sînor ên Oncupinar-Bab El Selam a navbera Kîlîs û Ezazê, Cîlvegozu-Bab a dinavbera Hatay û Idlibê de hatin kirin.    DABEŞIYEK ŞER HEYE    Hat ragihandin ku ji bo yekîneyên leşkerên Tirk ên li herêmê jî seqiyeta leşkerî û çekan tê kirin û li herêmê liv û tevgerek mezin heye.  HTŞ a diviyabû di 15’ê Cotmehê ji herêmê derbikeve, berî du rojan da xuyakirin ku dê ji herêmê dernekevin û bang cîhatê kir. HTŞ’ê pêşniyara MÎT’ê ya “Hêzên xwe bibin Efrînê” red kir û li dijî peymana Rûsya û Tirkiyeyê tevgeriya. Li gorî hin çavkaniyan, ev rewş mîna dabeşiyek şere û HTŞ li gorî fermanên MÎT’ê tevdigere.     ‘HER KÊLÎ JI ŞER RE AMADE BIN’   Li aliyekê HTŞ bang li Idlîbiyan dike ku “her kêlî ji şer re amade bin” û li aliyê din jî detayên peymanên Rûsya û DYA yên li ser herêmê diyar dibin. Tê diyar kirin ev ji bo Tirkiyeyê dê baş be. Piştî DYA, Elmanya, Fransa û Îngîltere daxilî girehişka nava Idlîbê bûn, biryar hat dayîn ku li ser maseyê Tirkiye jî hebe.    DÊ ÇI BIQEWIME?   Li gorî çavkaniyên herêmî, di pozisyona hêzan de tu guhertin tune ye. Berevajî komên selefî û HTŞ hêzên xwe yên şer li herêmê bi cih kirin e. Wisan xuya dike ku nîqaşên li ser Idlibê dê haya demêkê berdewam bike. Encamên di hevdîtina 27’ê Cotmehê de derbikevin holê jî, dê di maha Mijdarê de zelal bibin.    MA / Naim Daştan