Doza ‘JÎTEM’a Kerboranê’ dest pê kir 2018-10-22 11:39:57   SEMSÛR – Danişîna 13’emîn a Doza “JÎTEM’a Kerboranê” ku 8 kes hatibûn windakirin li Semsûrê dest pê kir.    Danişîna 13’emîn a di raya giştî de ku wek “Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê” tê nasîn di 30’ê cotmeha 2014’an de dest pê kiribû li Semsûrê tê dîtin. Danişîn li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Semsûrê dest pê kir. Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê di navbera 29’ê cotmeha 1995 û 8’ê adara 1996’an de 3 jê zarok 8 kes hatibûn revandin û windakirin. Malbatê windayan, li çawîşê pispor Bîlal Batir û fermandarên qereqolê jî di nav de li 18 kesan ji sûcê “Bi plankirî kuştin” doz veir. Parêzer û malbatên windayan beşdarî danişînê bûn.    HESTÎ NÊZÎ DEPOYA ÇEKAN DERKETINE    Doz sala bihûrî neqlî 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hatibû kirin. Dadgeha Bilind carek din dozê neqlî Semsûrê kir. Girteka dê bûyerê ronî bike ya di 2’ê mijdara 1995’an de ji aliyê serçawişên bi navê Mahmut Yilmaz, Haydar Topçam û Ahmet Çîçek ve hatibû girtin li dosyeyê hat zêdekirin. Di girteka de tê gotin hestî li herêma depoya çekan hatine dîtin û di girtekê de behsa bûyerê tê kirin.   Di girtekê de têkildarî dîtina hestiyên Nedîm Akyon (16) û Davut Altinkaynak (13) agahî hene. Parêzeran xwest li ser vê lêkolîn bê kirin û cihê hestî hatine dîtin û kordîne hatiye dayîn heman cih in.    Têkildarî girteka li dosyeyê hat zêdekirin parêzerê malbatan Erdal Kuzu ji Ajansa Mezopotamya re axivî û got: “Cînayetên di dosyeyê de ji aliyê dewletê ango hêzên dewletê peywîrdar kiriye ve pêk hatiye. Ev girtek jî bûyerê bi awayek vekirî piştrast dike.”