Leşkerekê li Dîlokê firar kir xebatkarên mexazayekê rehîn girtin 2018-10-22 10:47:38 DÎLOK - Li Dîlokê leşkerekê ji yekîneya xwe firar kir û xebatkarên maxazayekê rehîn girtin.   Li Dîlokê, leşkerekê bi çeka xwe ya G3 ji yekîneya xwe firar kir û ket navenda kirîn û firotinekê.  Leşkerê ku navê wî nehat zanîn xebatkarên mexazayê rehîn girtin. Gelek leşker û polîs sewqî herêmê hatin kirin. Polîsan mexaze dorpêç kirin û hewl dan leşker îkna bikin.    Hat îdîakirin ku nîqaş dinavbera leşker û fermandarê wî de derketiye û leşker ji bo çeka xwe teslîm bike xwestiye fermandarê wî bê cihê bûyerê. Hat diyar kirin ku di encama hevdîtinan de, leşkerî firar kirî hat îqnakirin û binçav kirin.