Bihuştek veşartî: Salordek 2018-10-22 09:46:36 DERSIM - Gundê Salordek ê navçeya Pîlemûriyê bi hatina peyîzê re hemû xwişkahiyên renga geng ên xwezayê dinava xwe dihewîne. Salordek bi peyîzê, rastî eleqeyek mezin a xwezahez û wênekêşan hat.  Bi hatina peyîzê re pelên daran hêdî hêdî j kdarên xwe diweşin. Gundê Salordek ê navçeya Pîlemûriyê bi hatina peyîzê re hemû xwişkahiyên renga geng ên xwezayê di hewîne nava xwe. Salordek, bi dîtbariya xwe ha renga reng re, mirovan dike heyranê xwe. Salordek mîna bihuştek veşartî, mirovan li hemberî xemla xwe matmayî dihêle. Salordek ji meha Cotmehê heya meha Mijdarê rastî eleqeyek mezin a xwezahez û wênekêşan tê.     ‘DERSIM MIROVAN CEZB DIKE’   Yek ji ziyaretvanên Salordek Nîmet Alan, diyar kir ku cara yekemîne tê vê derê û wiha got: “Ez li Tirkiyeyê pir geriyam û çûm bajarên cuda. Beşdarî gelek geştên xwezayê yên derveyî welat bûm. Li gorî herêman xweşikbûnên wan jî hene. Bandora xwezaya Dersimê, xwedî xweşkahiyek cudaye. Newazeya xwezaya gundê Salordek û hengdariya rengên vir em cezb kirin. Min berê di wêneyan de dîtibû. Lê dema hatim û min zindî dît, ev newazeya rengan ez cezb kirim.”   ‘DIVÊ EV XWEŞIKAHÎ BÊ PARASTIN’   Xwezahez Haydar Çetînkaya jî, anî ziman ku herêma Salordek yek ji newazeya xwezayê ye û wiha bilêv kir: “Darên spindar, bî, gûz, berû û çınaran dinava hev de newazeke rengan derdixe holê.  Xwezaiya Salordek pir bi hemû zindî û nebatên xwe dewlemende. Divê xwezaya Dersimê bê parastin. Ev mîrasê dewlemed divê neyê tune kirin û ji bo pêşerojê bê hiştin.”    MA / Semra Turan