Di doza Safîturk de li benda biryarê ye: Bi darizandina adîl dê tev beraet bikin 2018-10-22 09:13:08 MÊRDÎN – Parêzer Hatîp Mercan, der barê doza kuştina Qeymeqamê Dêrikê Muhammed Fatih Safîturk de diyar kir ku dozger ji bo kesan sucdar bike delîlan diafirîne û wiha got: "Îdîa tev ji nakokiyan pêk tê. Ger ku darizandinek adîl pêk bê dê hemû bersûc beraet bikin.  Qeymeqamê navçeya Dêrika Mêrdînê Muhammet Fatîh Safiturk ê ku wek qeyûm tayînî Şaredariya Dêrikê hatibû kirin, di 10’ê mijdara 2016’an de êrîşek bombeyî de jiyana xwe ji dest dabû. Der barê bûyerê de doz hatibû vekirin. Heta niha 11 danişîna dozê hatin dîtin. Ji dozê 6 jê girtî 15 kes jê tên darizandin. Darizandin li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê berdewm dike.  Danişîna doza kuştina Qeymeqam Safîturk dê di 22'ê Cotmehê de (îro) berdewam bike. Di mutalayê de dozger xwestibû Saime Ateş Şerifoglu, Mehmet Ali Yazil, Huseyin Îzcî, Abdulkadir Deniz, Ahmet Deniz û Fikret Deniz beraet bikin. Dozger disa xwestibûn ku bersûc Tahsin Erdaş, Vedat Erol, Mehmet Deniz, Devran Aslan, Fikret Bagî û Şerif Mansuroglu yên girtî tên darizandin û Nursel Eser, Ziynet Erdaş û Zuhal Dalçin ên serbest tên darizandin jî 3 caran rastî cezayê muebeta giran bên.    Piştî bûyerê Yekîneyên Parastina Sîvîl (YPS) bûyer dabû ser xwe. Ji darizandina destpêkê heta niha tevî hemû darizandinê tu têkilî û daneyên der barê bersûcên tên darizandin de nehat îspatkirin. Birayê Qeymeqam Safiturk, Ali Haydar Safiturk jî tev li hemû danişînan bû û her dem got tiliya Amîrê Midûriyeta polîsan a Dêrikê di bûyerê de heye. Bira Safiturk, diyar kir ku dozger dixwaze ser bûyerê bigire û hemû sûcî li ser bersûcên tên darizandin bar bike. Bira Safiturk diyar kir ku şahid Mehmet Ali Gezgincî mirovekî "Dîn"e û aqilê wî ne temam e. Di dîmenan de jî derket holê ku êfadeya şahid Gezgîncî tenê ji gotina "Erê" û "Na" pêk tê.  Di rapora kesê pêzan a ji aliyê hîndekarê Zanîngeha Zimanê Dijîn ya Artukluyê de ji hat diyar kirin ku aqilê şahid ne li serê wî ye.    ORJÎNALA DELÎLAN TUNE YE   Bersûc Devran Aslan jî diyar kir ku di bin îşkenceyê de îfade daye. Aslan, li pêşberî dadgehê got: “Îfadeya min li pêş dozger çek xistin serê min û girtin." Dîsa derket holê ku notên hat diyar kirin ku aydî Şerif Mesutoglu ye ne aydî wî ye. Kaxiza nîşeyê jî ne orjînal e. Malbata Qeymeqam Safiturk jî diyar kirin ku wan telefon bi awayekî saxlem teslîmî Safîturk kirine, lê piştî nêlolina kriminal û tamîrkirinê nexebitî.    Parêzerê bersûc Tahsin Erdaş, Prz. Hatip Mercan, diyar kir ku geşedanên di dosyayê de ne asayî ne û delîl hatine afirandin. Prz. Mercan, diyar kir ku birayê Qeymeqam diyar dike ku piştî bûyerê bi vê telefona qeymeqam li wî geriya ne. Em dipirsin ev telefon piştî bûyerê çawa şil bûye. Çawa xera bûye? Divê ev yek bê ronikirin. Di raporê de diyar dikin ku rastî mudaxaleya li derve hatiye û xera bûye. Em dipirsin çima telefon wekî delîlek girîng nehat dîtin. Bi mudaxaleya derve hat xerakirin. Çima bi xebatkarekî re vê telefonê dişînin ji malbatê re. Malbat jî teslîmî dozger dikin. Ev ne tiştekî asayî ye.    DER BARÊ BERSÛCAN DE DELÎL AFIRANDINE     Prz. Mercan, destnîşan kir ku der barê telefonê de şik û guman pir in û der barê bersûcan de jî delîl afirandine û wiha got: "Dozger ji bo xwe bigîne delilên rast her tişt paşguh kiriye. Ne xema wî ye ku delîlên rast bi dest bixe. Lîsteya kesên hatin binçavkirin ji aliyê çaygerê midûriyeta polîsan ve hatiye amadekirin. Ev her tişti nîşan dide ku çawa nêzîk dibin. Ev yek li dijî rêbaza bidestxistina delîlan e. Wan bi xwe delîl ava kirine û li ser bersûcan bar kirine. Li şûna bersuca bibinin kesên di destê xwe de delîl li ser wan pêş xistine. Dozger li dijî cîddîyetê nêzîk bûye. Ger ku hemû bersûc bi awayekî adîl bên darizandin dê tev beraet bibin. Tişta em dixwazin edalet e."    Bavê Şerif Mesutoglu, Mesut Çelik jî diyar kir ku tu eleqeya wan û kesên navê wan di dosyayê de derbas dibe bi hev tune ye û got: "Tu rastiya delîlan tune. Em edaletê dixwazin."    MA / Ahmet Kanbal