Polîsan avêt ser HDP’a Sûltanhîsarê 2017-10-25 19:07:37   AYDIN – Polîsan avêt ser avahiya HDP’ê ya Sûltanhîsarê û deftera biryarê û wêneyên li avahiya partiyê daliqandî desteserkirin. Îro danê nîvro polîsan avêt ser avahiya HDP’ê ya Sûltanhîsar a Aydinê. Hat hînbûn ku Dozgerê Komarê jî bi polîsan re hatiye û ji ber kes li avahiya partiyê tune bûye, gazî çilingarekî hatiye kirin û deriyê avahiya partiyê hatiye vekirin. Polîsan li avahiya partiyê dest danîn ser hin wêneyên li avahiyê daliqandî, deftera biryarê ya partiyê û hin ewraqan.  Her wiha hat hînbûn ku di dema lêgerînê de gazî xebatkarin partiyê jî hatiye kirin.