Serokên baroyên Enqere, Stenbol û Îzmîrê diyar bûn 2018-10-21 19:33:32 NAVENDA NÛÇEYAN - Di hilbijartina desteya giştî ya Baroya Stenbolê de, Serokê Baroyê Mehmet Durakoglu dîsa hat hibijartin. Li Îzmîrê li ser navê Koma Parêzerên Hemdem Parêzer Ozkan Yucel hat hilbijartin û li Enqerê jî li ser navê Koma Parêzerê Çep Demokratîk Erînç Sagkan hat hilbijartin.    Di Desteya Giştî ya Baroya Stenbolê de, kar û barê hilbijartina Serokê Baroyê saet 17.00’an bi dawî bû. Di desteya li Navenda Kongreya Halîç pêk hat de 10 namzet ji bo Serokatiya baroyê ketin pêşbirkê. Li gorî encamên ne ferîm Serokê Baroyê Parêzer Mehmet Durakoglu dîsan hat hilbijartin. Durakoglu ji sedî 30 deng girtin û dîsan bû serokê baroyê. Parêzer Hasan Kiliç jî di rêza duyemîn de cih girt û ji sedî 26 deng girtin. Di hilbijartinê de 105 sindoq hatin danîn.    LI ENQERÊ SAGKAN HAT HILBIJARTIN    Di Desteya Giştî ya Baroya Enqerê de jî, kar û barên dengdayînê bi dawî bû. Ji bo Serokê Baroya Enqerê, li ser navê Koma Parêzerên Çep a Demokratîk Parêzer Erînç Sagkan hat hilbijartin.    JI BO BAROYA ÎZMÎRÊ YUCEL HAT HILBIJARTIN    Ji bo Serokê Baroya Îzmîrê, li ser navê Hiqûqnasên Hemdem Ozkan Yucel hat hilbijartin. Di hilbijartinê de nêzî 6 hezar parêzeran deng dan. Kar û barên hilbijartinê saet 17.00’an de bi dawî bû. Li gorî encamên en fermî Parêzer Ozkan Yucel bû serokê baroyê.