Şaredariya Sîlopî nûçe piştrast kir û parastina 'Mexdûriyetê' kir 2018-10-21 17:34:34   ŞIRNEX - Şaredariya Sîlopî ku qeyûm tayînî wê hatiye kirin, 2 roj şûnde nûçeya 'Qeyûm zeviyên şaredariyê bi erzanî difiroşe xizmên rêveberên AKP’ê' piştrast kir.    Şaredariya Sîlopî, piştî Ajansa Mezopotamya (MA) nûçeya bi ser navê "Qeyûmên Silopiyayê erdên aîdî şaredariyê bi erzanî difiroşin rêveberên AKP'î" weşand, 2 roj şande bersîv da. Du roj berê me nûçeya ku Şaredarî erdê şaredariyê difiroşe xizmên AKP'îyan parve kir. Li gorî belgeyên hatin bi destxistin Şaredariya Sîlopî, erdê ku heqê wî milyonek lîre ye, bi 26 hezar lîreyî dan birayê rêveberê AKP'ê Huseyîn Taşkin, erdê heqê wî 500 hezar lîre ye bi 11 hezar û 500 lîreyî dan apê Serokê AKP'a Silopiyayê Fatîh Bîlen û erdê heqê wî 250 hezar lîre ye bi 6 hezar û 250 lîreyî dan Faysal Efe yê ku qeyûm ew xistiye kar. Piştî ev nûçe hat weşandin Şaredariyê 2 roj şûnde daxuyaniyen nivîskî weşand û nûçe piştrast kir. Şaredariyê parast ku li ser buhayê ku ji Midûriyeta Mal, Serwîsa Emlakê ya Şaredariyê û emlakvanan girtiye zevî firotine. Şaredariyê parast ku Şaredariya Sîlopî, beriya ku qeyûm tayinî şaredariyê bê kirin, di demên cuda de bi plana îmarê, zeviyên ku ji ber şaredariyê bikar nedianî, welatiyan dixebitandin, desteser kirine û welatî mexdûr kirine. Şaredariyê parast ku li ser daxwazê û ulusa bazarê pêk hatiye.