Rojnamger û parêzer bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin 2017-10-25 19:00:08 STENBOL – Edîtora ETHA’yê Îsmînaz Temel,nûçegîhan Havva Cuştan û parêzerên EHB’yê jî di nav de 12 kes piştî lêpirsîna li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Îsmînaz Temel, nûçegîhan Havva Cuştan û parêzerên Buroya Huqûqê ya Bindestan (EHB) Ozlem Gumuştaş û Sezin Ûçar jî di nav de 15 kes piştî îfadeya li dozgeriyê sewqî dadgehê hatin kirin. Dozger bi daxwaza berdana şertê venêrîna edlî Alî Duzkun, Mehmet Aslan û Nîhat Goktaş û 12 kesên din jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir.