Partiya Pêşerojê ya Sûriye: Em Sûriyeke demokratîk dixwazin 2018-10-21 16:03:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm Qeftan, bal kişand ser helwesta Rûsya û Rêjîma Sûriyê û wiha got: "Rûsya û Rejîma Sûriye dizanin ku çarenûsa terorîstên li Îdlibê  di destê Tirkiyê de ye. Lewra peymana pê re mohr dikin."    Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, "Bi danûstandinan re em ê bi pêş bikevin" li salona Ciwanan a Minbicê panel pêk anî. Bi dehan endamên komîte û saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê, endamên Hevbendiya Niştimanî, Partiya Nûjen û Demokratîk, hejmarek şêxên êlan,  beşdarî panelê bûn. Di panelê de pêşketinên dawî yên li Sûriyê hatin nirxandin. Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm El-Qeftan di panelê de axivî û wiha got: "Dema xaka Sûriyê ji dagirkeriya Tirk were rizgarkirin wê danûstandin û çareseriya aloziya Sûriyê pêk were. Di mijara destûra nû de em destûrek nû dixwazin. Tenê nûkirin têr nake. Em Sûriyeke ne navendî, demokratîk û  pirrengî dixwazin.”