Karkerên 27 rojin kar berdane: Em bi piştgiriyê bêtir xurt dibin 2018-10-21 13:13:54   STENBOL - Karkerên ku ji ber bi mehane meaşên xwe negirtine û 27 rojin kar berdane û çalakiye lidar dixin, diyar kirin ku her piştgiriya wan zêde dibe bêtir bi hêz û xurt dibin.    Karkerên înşatê yên di înşaeta xaniyên Koma Koroglu ya li Kozyatagi ya Stenbolê de kar dikin, ji ber ku bi mehan e meaşên xwe negirtine ji 25'ê îlonê heta niha 27 rojin dest ji kar berdane. Karkerên ku afîşên “Ji karkerên balafira 3’emîn reazadî", “Karkerên înşaetê ne kole ne" û “Ji karkerên li ber xwe didin re azadî" vekirine 27  rojin dest ji kar berdane û çalakiya xwe berdewam dikin. Karkerên dest ji kar berdane û çalakiya xwe berdewam dikin, hinek ji wan bi şevê di konteyniran de radizên. Karker ji bo balê bikişînin ser çalakiya xwe li şantiyê bi kedkarên çapemeniyê re civîna taştê pêk anîn. Li vir Nûnerên Komeleya Karkerên Rûmetê û Kedê, Platforma Piştevaniya bi Karkerên Balafirgeha 3'emîn re, Yekîtiya Têkoşînê û Alinterî, jî ji bo piştgiriyê bidin karkeran hatin şantiyê. Di çalakiyê de li ser navê karkeran Taner Mutlu, diyar kir ku her piştgiriya wan zêde dibe ew jî bêtir xurt û bi hêz dibin.  Mutlu, anî ziman ku di destpêkê de 3-5 kesan dest bi çalakiyê kir û niha bêtir xurt bûne. Mutlu, anî ziman ku Komeleya Rûmet û Kedê hatin piştgirî dan wan û bi hevre dest bi çalakiyê kirin û dengê xwe belav kirin.  Mutlu, bang li her kesî kir ku piştevaniyê xurt bikin. Mutlu, bilêv kir ku bi heman rengî piştevaniya karkerên Balafirgeha 3’emîn a Stenolê jî dikin.  Karker Raif  Yılmaz jî anî ziman ku wan piraniya înşatê xelas kir û her dem hatin xapandin û wiha got: "Em 27 rojin di çalakiyê de ne. Her ku piştgiriya me zêde dibin em bi hêz û xurt dibin."